Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê ya ji bo daxwaza başkirina rewş jiyanê, kehrebe, av û buhayên sotemeniyê ev 2 roj in didome.

Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî didome
20 îlon, 2026   14:39
HESEKÊ

Ji bo daxwaza başkirina rewşa xizmetguzarî û kêmkirina asta zehmetiyên jiyanî yên ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê, ev 2 roj in li qada El Selam a li bajarê Hesekê çalakiya konvedanê tê lidarxistin.

Çalakvanan daxwaza careke din pêşkêşkirina piştgiriya ji bo jeneratoran, pêkanîna xebatên çaksazkirina toreya kehrebeyê, dabînkirina kehrebeyê ji bo hemû taxên bajêr bi taybet bi hatina werzê zivistanê û destpêkirina sala xwendinê ya nû kir.

Ev çalakî di demekê de ku buhayê kişandina emperekê li hejmarek taxan dighêje 150 lîreyên Sûriyeyê yê nû, şênî vê buhayê zêde dibînin.

Çalakvanan dan zanîn ku ew ê heta pêkanîna daxwazên wan çalakiya xwe ya konvedanê bidomînin.

Beşdarên çalakiya konvedanê destnîşan kirin ku rojên borî jî li heman cihî xelk ji ber rewşa jiyanî konê çalakiyê vedabûn, piştî ku nûnerên hikumeta veguhêz pirsgirêkên heyî çareser nekirin şênî duh (19 Îlonê) careke din dest bi çalakiya konvedanê kirin.

(sb)

ANHA