‘Ji mafê me ye em xwendina xwe bi zimanê kurdî temam bikin’

Xwendekar û malbatên wan ên ji bajarê Girkê Legê biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya dayîna tenê 3 waneyên bi zimanê kurdî di hefteyekê de, red kir û daxwaza berdewamkirina perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

‘Ji mafê me ye em xwendina xwe bi zimanê kurdî temam bikin’
18 îlon, 2026   06:51
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Têkildarî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya tenê dayîna 3 waneyên bi zimanê kurdî di hefteyekê de, bertekên gel didomin.

Girêdayî mijarê, hejmarek xwendekar û malbatên wan ên ji bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê axivîn.

Ayşe Mistef got: “3 zarokên min ji refa yekê ve bi zimanê kurdî xwendine, em qebûl nakin ku bi zimanekî din xwendina xwe temam bikin. Ji mafê zarokên me ye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û divê perwerdeya bi vî zimanî berdewam bike. Ji lew re heta ev biryar neyê guhertin em zarokên xwe naşînin dibistanan.”

Ayşeyê wiha dewam kir: “Em bang dikin ku zimanê kurdî bi awayekî fermî di destûra nû de cih bigire, biryara 3 wane di hefteyê de werin dayîn were guhertin, da ku zarokên me xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayikê berdewam bikin.”

Xwendekar Sozvîn Kihêl jî got: “3 wane di hefteyê de têra me nakin ku em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Ez vê biryarê qebûl nakim. Ji çend salan ve min bi zimanê kurdî xwendiye, ez nikarim bi zimanekî dîtir xwendina xwe temam bikim. Ji lew re heta biryar neyê guhertin ez derbasî dibistanê nabim.”

Sozvînê wiha domand: “Em dixwazin perwerdeya xwe bi zimanê me dest pê kiriye temam bikin û zimanê Kurdî di xwendina me tevahî de hebe, ne tenê 3 wane.”

Xwendekar Necla Hesen jî got: “Ez mafê xwe yê xwendina bi zimanê dayikê dixwazim, destnîşankirina hejmarek waneyan bi zimanê Kurdî qebûl nakim. Ji mafê me ye em xwendina xwe li dibistanan bi zimanê kurdî temam bikin.”

Neclayê ev lê zêde kir: “Ji bo me zimanê kurdî beşek ji hebûn û nasnameya me ye. Gelê me bi hezaran şehîd û fedakariyên mezin di oxira parastina vî zimanî de dane.”

Her wiha xwendekar Darbîn Mistefa jî got: “Ez vê biryarê qebûl nakim, heta neyê guhertin û zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de nebe zimanekî fermî nakevin dibistanê. Em dixwazin xwendina xwe bi zimanê kurdî temam bikin, zimanê me yê dayikê veneguhere perwerdeya bo çend saetan. Divê tevahî made bi Kurdî bin.”

(f)

ANHA