Rêveberiya Sotemeniyê: Zêdetirî 118 milyon lître mazot hat belavkirin

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Giştî ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku xebata belavkirina beşa yekemîn ji mazota zivistanê ber bi dawiyê ve diçe û zêdetirî 118 milyon lître mazot hatiye belavkirin.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Giştî ya Rêveberiya Xweser Sadiq Xelef li ser mekanîzmaya belavkirina mazota zivistanê  li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.  

Girêdayî mijarê hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê Sadiq Xelef got: "Hê jî komîteyên sotemeniyê yên Rêveberiya Xweser û 7 rêveberiyên girêdayî wê di belavkirina mazota zivistanê  li ser şêniyan de berdewam e. Heta nîvê vê mehê zêdetirî 118 milyon lître mazot hatiye belavkirin."

Xelef wiha domand: "Xebata belavkirinê li gorî karta taybet ku rêveberiya sotemeniyê çêkiriye û bi rêya komîn û komîteyên pispor li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirine, pêk tê."

'SEDEMA DERENGMAYÎNÊ SERJIMARÎ Û BELGEKIRIN E'

Xelef diyar kir ku sedema derengmayîna belavkirinê, xebata serjimarî, belgekirina agahiyên şexsî û karta malbatê li hin rêveberiyan e.

Li gorî hevserokê Rêveberiya Sotemeniya Giştî, hejmara malbatên ku heta nîvê vê mehê mazot wergirtine, zêdetirî 268 hezar û 218 malbat in.

Rêveberiyê ji her malbateke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, 440 lître ji mazota zivistanê  diyar kir û heke hejmara mazotê zêde bû, dikare careke din were belavkirin. Her lîtreyeke mazot bi 75 lîreya Sûriyê ye û 500 lîreya Sûriyê jî kirêya veguhastinê ya her bermîlekî ye.

Xelef destnîşan kir ku hin rêveberiyan belavkirin ber bi dawiyê ve biriye û dê bi fermî di destpêka meha bê de ragihîne.

Her wiha Rêveberiya Sotemeniyê ya Giştî plana xebatê danî ku dê li gorî wê xebata belavkirina mazotê li ser tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya Kanûna bê, bi temamî bi dawî bibe.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê xwest ku xebata belavkirina mazotê ya îsal zû be da ku beriya zivistanê bigihîne şêniyan û derengmayîna salên borî çênebin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din