ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Çavkaniyên taybet ji herêma Idlibê ya dagirkirî diyar kirin ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku beşek çeteyên Sûriyê li beramberî gelek pereyan bişîne Azerbeycanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Komîteya Ciwan û Wezîrşê ya Minbicê Muhsin Casim got: "Dewleta Tirk a dagirker  li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  şerê taybet dimeşîne da ku tevliheviyê  derxîne û di radeya yekemîn ciwan û jin dike hedef." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehemd Xoce diyar kir ku, armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftanînê qirkirina kurdan e û got, pêwîste hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hember van êrişan tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk a ku sed sale bi êrîşên qirkirinê hewl dide kurdan ji holê rake, vê carê bi rêbazen nû û kevin hewl dide şoreşa Rojava tesfiye bike. (BI WÊNE).

JIN

- Komîteya Lêkolîn û Serjimariyan a Kongreya Star dosyayekê bi navê "Jin di bin dagirkeriya dewleta Tirk de" amade kir. Di vê dosyayê de sûcên ku di du salan de li herêmên dagirkirî bi taybet li dijî jinan hatine begekirin, eşkere dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star a herêma Efrînê amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya duyemîn li kanotna Şehbayê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Tenduristiyê ya Gel a Şedadê rojane zêdetirî 300 nexweşî pêşwazî dike. Piştî ragihandina nexweşketina kesên nû bi Koronavîursê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navendê ji bo parastina nexweşan, tedbîrên hişiyarê digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo îşaret bi xebatên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirian pirsgirêkan, peydakirina pêdiviyên jiyanî yên pêwîst bi taybet nan, kir. Her wiha teqez kir ku berakeyên belavkirina nan gaveke baş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berhemên kooperatîfa ku Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî dabû destpêkirin, gihiştin şêniyên kampê. Ev proje rolek di peydakirina sebzeyan de bi buhayên guncew dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hinek gundên rojavayê kantona Kobanê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê heye. Şêniyan wan gundan neçar dimin avê bikirin. Li aliyekî din li hinek gundan jî pirsgirêka qirêjbûna ava vexwarinê derketiye. Aliyên têkildar diyar kirin ku ew hewl didin wan pirsgirêkan çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA