Lêkolînerekî zimannasî li ser dûrketin û vejîna zimanê Kurdî axivî

Lêkolînerekî zimannasî rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî 12 salan ji Şoreşa 19'ê Tîrmehê wek vejînekê pênase kir. Her wiha destnîşan kir ku ji bo pêşxistina rewşa ziman pêwîstî bi xwedîderketina li berpirsiyariyê û yekkirina kedê heye.

Lêkolînerekî zimannasî li ser dûrketin û vejîna zimanê Kurdî axivî
14 gulan 2024   03:45
QAMIŞLO

Di 2006'an de Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK) roja15'ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî ragihand. Ji wê demê ve gelê Kurd vê rojê pîroz dike.

Di 15'ê Gulana 1932'yan de yekemîn hejmara kovara Hawar a wêjeyî ya Kurdî hat weşandin. Ew kovar jî ji aliyê Celadet Bedirxan ve li Şamê hat derxistin.

Der barê rewşa zimanê Kurdî ya hemdem li Rojavayê Kurdistanê de lêkolînerê zimannasî û rêveberê Komîteya Ziman a Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Nêçîrvan Ebdulezîz axivî.

ˊVEJÎNA ZIMANÊ KURDÎˊ

Girêdayî pêşketina pratîkî û lêkolînî ya zimanê Kurdî li Rojava, Ebdulezîz axivî û got: "Em dixwazin di vê rojê de mizgîniyê bidin Celadet Bedirxan ku bi hezaran Kurd li vir xwedî li banga wî derketin û xizmeta zimanê xwe yê zikmakî dikin."

Ebdulezîz wiha domand: "Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê zimanê Kurdî bi pêş ket. Ew jî piştî di paşguhkirin û qedexeyê re derbas bû. Ji 12 salan ve heta niha hewldanên pêşxistina wî zimanî di aliyên civakî, perwerdeyî û saziyan de, hene. Her wiha bi hezaran mamosteyên vî zimanî tên perwerdekirin û gelek welatî bi zimanê xwe yê zikmakî dixwînin."

Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zimanê Kurdî li kêlek zimanên Erebî û Suryanî zimanekî fermî ye.

Ebdulezîz wiha anî ziman: "Zimanê Kurdî tevî hewldanên tunekirina wî, lê dîsa jî li herêmê gavên dîrokî ji bo pêşketinê hatin avêtin. Lê hîn jî pêwîstî bi stratejî û planên yekkirî li ser asta Kurdistanê heye da ku zêdetir bi pêş bikeve û bigihîje asta zimanên cîhanê."

ˊDÛRKETINA JI ZIMÊN YEK JI ZEHMETIYAN Eˊ

Ebdulezîz diyar kir ku yek ji zehmetiyên li pêşiya zimanê Kurdî li Rojava ew e ku tenê saziyên ziman û zimanzan li hemberî pêşxistin û bikaranîna ziman berpirs in anku dûrketina ji ziman heye û wiha pê de çû: "Ji ber wê jî pêwîst e her Kurdek xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve da ku zimanê Kurdî bibe zimanê civakê û saziyan hem bi nivîskî hem bi devokî. Pêwîst e ew di perwerdehî û siloganan de neyê sînordarkirin û rojane bê bibîranîn."

ˊHÊVÎ Û BERPIRSIYARÎˊ

Ebdulezîz destnîşan kir ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî xwedîderketina li berpirsiyariyê û yekkirina kedê pêwîst e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e ziman bi ferhengan bê dewlemendkirin. Ji tecrûbeyên gelên din ên ku di heman rewşê re derbas bûne sûd were girtin."

(mh)

ANHA