Di çalakiya gerîla de 4 dagirker hatin cezakirin 

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. HPG’ê diyar kir ku artêşa dagirker 12 caran bi çekên kîmyewî êriş kirin.

Di çalakiya gerîla de 4 dagirker hatin cezakirin 
13 gulan 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê ku sê sal in berxwedaneke destanî û dîrokî lê heye, artêşa Tirk a dagirker a ku nikare li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bisekine, van sê rojên dawî li ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê çekên kîmyewî bi rengekî giran bi kar tîne. Li hemberî vê êrîşa li dijî mirovahiyê ya artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, hêzên me bênavber li ber xwe didin. Ti ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker wê nikaribe îradeya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişikîne ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xemilandine.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Metînayê;

11’ê Gulanê serê sibehê li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

11’ê  Gulanê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

11’ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Di heman demê de derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin ku hewl dida rê çêbike.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

12’ê  Gulanê saet ji 23:00 heta 13'ê Gulanê saet 04:00 li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li ser tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 12 caran gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bikaranîn.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

12’ê Gulanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Dergelê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.