Li kantona Firatê 16 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de, li kantona Firatê 16 lijndeyên hilbijartinê hatin avakirin.

Li kantona Firatê 16 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
14 gulan 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryare ku 11’ê Hezîrana bê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijaritnên şaredariyan çêbibin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û lîjeyên wê yên li kantonan di nava  amadekariyan de ne. Her wiha partiyên siyasî, civakî û tevgerên jinan ên kesayetên serbixwe yên ku dê beşdar hilbijartinan bibin di nav liv û tevgerê de ne.

6’ê Gulanê Meclis Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya kantonê ku ji 8 kesan pêk tê  avakiribû.  Endama Lijneyê Bilind a Hilbijartinê ya Kantona Firatê Newroz Elî diyar kir ku wan  di çarçoveya xebata wan de avakirina 16 lijneyên hilbijartinê yên bajar û bajarokên kantonê bi dawî kirine.

Li gorî benda 24’an Qanûna Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lijneyên hilbijartinê yên kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan e.

Di heman bendê de tê gotin, lijneyên hilbijartinê demkî ne, xebatên wê ji amadekariya hilbijartinan ve dest pê dike û bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi dawî dibe.

Mîsyona lîjeyên hilbijartinê yên bajar û bajarokan, diyarkirina hejmara sendoqan, belavkirina wan li bajar û bajarokan, hilbijartina serokên navendên dengdanê û çavdêriya projseya hilbijartinan e.

(bb)

ANHA