Efserê sûcê şer dike bû "Parêzgerê" Siwêdayê

Efserekî hikumeta Şamê ku bi pêkanîna sûcên şer tê tawanbarkirin, wekî parêzgerê Siwêdayê hat erkdarkirin.

Efserê sûcê şer dike bû "Parêzgerê" Siwêdayê
13 gulan, 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşar Esed duh (Yekşemê) bi biryarekî parêzgerên bajarên Dêrazorê, gundewarê Şamê, Hema û Siwêdayê guhertin.

Li gorî biryarê, Mutez Teysîr Qetan bû parêzgerê Dêrazorê, Ehmed Îbrahîm Xelîl parêzgerê gundewarê Şamê û Meen Subhî Ebûd bûye parêzgerê Hemayê.

Beşar Esed bi biryarkek din erka Besam Memduh Barsîk ya parêzgeriya Siwêdayê bi dawî kir û Ekrem Elî Mihemed xist dewsa wî.

Li gorî rêxistineke hiqûqî, Ekrem Elî Mihemed ji bajarê Himsê ye,di rêveberiya giştî ya îstîxbara hikumeta Şamê an ku  "Ewlehiya dewletê" de kar dike. Ekrem Mihemed bi pêkanîna  sûcên şer tê tawanbarkirin.

(bb)