Rêveberiya Xweser bi boneya Roja Dayikan peyamek weşand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Dayikan peyamek weşand.

Rêveberiya Xweser bi boneya Roja Dayikan peyamek weşand
13 gulan, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Dayikan (13’ê Gulan) peyamek weşand.

Di peyamê de hat gotin "Şoreşa gelê me çalakiyên dîrokî yên ku  ji bo  pêşxistina îradeya civakê hatibûn paşguhkirin û inkarkirin, zindî kirin. Di qonaxên girîng û çarenûsî de em şerekî dîrokî dikin. Di vê çarçoveyê de divê em dayikan bi bîr bînin; dayik bingeha xurt a avakirin û sazkirina malbat û civakê ye. Dayik bingeha civaka têkoşer a xwedî biryar û îrade ye. Dayik fedakar e, têkoşera ku mîrase li pey xwe hiştin û dihêlin e. Dayik têkoşer e ku mohreke xwe li dîroka şoreşa gelê me de daniye."

Di dewama peyamê de 13’ê Gulanê (Cejna Dayikan) li tevahî dayikên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dayikên şehîdan û malbatên wan hat pîrozkirin. Hate gotin, "Ev roj pêşengiya jin û rola wan a şoreşgerî di avakirin û azadiya civakê de îfade dike. Ev roj beşek ji nirxenekî mezin e. Çiqas dayik werin xelatkirin, lê li beramberî keda ku dide kêm dimîne."

(bb)

ANHA