Li Ezazê çeteyan 3 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker duh 3 welatiyên sûriyeyî bi darê zorê vegerandin Sûriyeyê. Her sê welatî li Ezazê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Li Ezazê çeteyan 3 kes revandin
13 gulan, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, dewleta Tirk a dagirker duh berê 3 welatiyên Sûriyeyê da bajarê Ezazê yê dagirkirî.

 Çavkaniyan diyar kirin ku her sêwelatî li Ezazê ji aliyê çeteyên "Cebha El Şamiya" ve hatin revandin.

Li gorî heman çavkaniyan navên kesên ku hatine revandin wiha ne; Zekereya Etra, Yûsif Etra ji bajarê Risten û Selîm Wakiye ji Teblîsê yên Himisê ne.

(bb)

ANHA