Zarokatî cîhaneke afirîneriyê ye
Zarokên Koma Şehîd Mervan a bajarê Dirbêsiyê bi qirikên xwe yên biçûk, bi afirîneriyeke balkêş tev li qada huner û stranan bûye.
Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Qermanî yê bajarê Dirbêsiyê di 2019'an de hat vekirin. Ji komên ku li navendê hatine avakirin Koma Şehîd Mervan a stranan a zarokan e. Ew kom jî di aliyê stranan de bi pêş ket û bala şêniyên navçeyê kişand.
Koma Şehîd Mervan ji 8 zarokan ku temenên wan ji 12 heta 14 saliyê ne, pêk tê. Ew fêrî stranên gelêrî û şoreşgerî dibin. Li kêlek wê jî li ser notê fêrî lêdana tembûr, keman û amûrên dibin.
Kom di mîhrîcanên muzîkê yên zarokan ên kantona Cizîrê de beşdar bû. Her wiha di şahiyên dibistanan û şahiyên muzîkî de jî beşdar bûn û gelek xelat wergirtin.
Hemû endamên komê şagirtên dibistanê ne. Rêveberên navenda çandê û yên komê hewl didin di navbera bernameya dibistanê û ya perwerdeya komê de hevsengiyekê çêkin. Mamosteyê muzîkê yê Navenda Çand û Hunerê Aydil Ebdo got: "Em hewl didin ji bo zarokan di navbera perwerdeya muzîkê û pêkanîna erkên dibistanê de hevsengiyê çêkin. Ji bo wê jî piştî dewama dibistanê em zarokan perwerde dikin."
Ebdo diyar kir ku zarok li gorî notê fêrî lêdana alavên mûzîkê dibin û fêrî stranbêjiyê dibin û got: "Armanca me gihandina zarokan di jîngeheke saxlem de ye da ku hunera resen nas bikin."
Yek ji endama Koma Şehîd Mervan Êlîn Ebdo hezkirina xwe ji hunera stranbêjî û fêrbûna xwe anî ziman û got: "Ev çanda me ye. Em hez dikin fêr bibin û baş nas bikin."
Êlîn Ebdo bang li zarokan kir ku berê xwe bidin Navenda Çand û Hunerê da ku behreyên xwe bi pêş bixin.
(mh)