Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê tev li hilbijartinan dibe

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê ragihand ku dê beşdarî hilbijartinên şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê tev li hilbijartinan dibe
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê tev li hilbijartinan dibe
13 gulan, 2024   13:26
QAMIŞLO

Şandeyek ji  Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê serdana polîtburoya Partiya Kesk a Demokratîk a li bajarê Qamişlo kir.

Endamên Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê ragihand  ku dê li gel hevbendiya hilbijartinê ya ji Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Nûjen a Kurdistanê û Partiya Biratî ya Kurdistanê  pêk tê, beşdarî hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.

 4’ê Gulanê Partiya Kesk a Demokratîk û Tevgera Nûjen a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê di hevbendiyekê de beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibe. 7’ê Gulanê jî Partiya Biratî ya Kurdistanê tev li hevbendiya Partiya kesk a Demokratîk û Tevgera Nûjen a Kurdistanê bû.

Hilbijartinên şaredariyan dê 11’ê Hezîrana îsal pêk werin.

(bb)

ANHA