Balafirên şer Tirkiyeyê Metîna bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera gundê Guhêrz û devera Kanî Masê ya herêma Metînayê bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên şer Tirkiyeyê Metîna bombebaran kir
13 gulan, 2024   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro di saetên êvarê de devera gundê Guhêrz û devera Kanî Masê ya herêma Metînayê bi dijwarî bombebaran kirin. Lê der barê zirar û ziyanên bombebaranan de agahiyên zelal bi dest neketin.

Hate zanîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst di van kêliyan de jî li ser asîmanê her du deveran digerin.