HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd eşkere kirin

Navenda Ragihandin û çapemeniya HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên ku Di 18’ê Nîsana 2024’an de li Xakûrkê şehîd bûn eşkere kir.

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd eşkere kirin
13 gulan 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya derbarê gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe yên hêja Merwan û Tûfan bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.”

Daxuyanî wiha ye:

şehîd bûn.

Hevrêyên me Merwan û Tûfan li her qada ku lê bûn bi awayekî fedaî tevlî bûn û ji bo xeta Apoyî bi jiyanî bikin kedeke mezin dan. Hevrêyên me Merwan û Tûfan ku li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi cihgirtina li nava refên gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û li herêmên cuda gerîlatî kirin. Ew exlaqa jiyana partiya me ji bo xwe kirin çavkaniyê pêşketinê û bûn milîtanên bi mînak. Hevrêyên me Merwan û Tûfan ên hewl dan bi baweriyek mezin, li ser bingehek xurt têkoşîna xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin, li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re hewl dan hemû erkên xwe bi cih bînin. Mîna milîtanên fedaî yên Apoyî bûn xwedî têkoşiyaneke xurt ya bê sînor. Hevrêyên me yên ku berê xwe her tim didan qadên şer lê giran û ji bo parastina destketiyên gelê me kedek mezin dan, karîn bi tevlîbûna xwe bibin milîtanên ku neyên jibîrkirin. Mîna milîtanên dilsozê Rêber Apo û şehîdan, ji bo bicihanîna armancên xwe her tim xwe ji bo qadên herî zehmet pêşniyar dikirin.

Hevrêyên me Merwan û Tûfan ên ku amade bûn li her qadê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih bînin, xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derketin û karîn bi vê seknê di dilê hevrêyên xwe de cih bigirin. Em careke din hevrêyên xwe yên hêja yên xwe bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Merwan û Tûfan re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê lê mane bi biryardarî bidomînin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Merwan Zêrevan

Nav û Paşnav: Ahmet Îbrahîm El Ahmet

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Navê Dayik û Bav: Fatma– Îbrahîm

Dem û Cihê Şehadetê: 18 Nîsan 2024 / Xakurkê

Nasnav: Tûfan Koçer

Nav û Paşnav: Ahmet Bayar

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik û Bav: Taybet – Abdullah

Dem û Cihê Şehadetê: 18 Nîsan 2024 / Xakurkê

MERWAN ZÊREVAN

Hevrêyê me Merwan Zêrevan li bajarê Helebê ji dayik bû. Hevrêyê me ku bi çanda Kurdewarî û hişmendiya neteweyî mezin bû, bi rengekî ku bi cewhera xwe ve girêdayî bû mezin bû. Di temenê biçûk de eleqeya wî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêş ket. Xeyal dikir ku li ser şopa xalê xwe yê di sala 1997'an de tevlî nava refên gerîla bû, bimeşe. Ji bo destekê bide malbata xwe di karên înşaetê de xebitî. Ji ber ku aliyê wî yê ked dayînê her tim li pêş bû, ji aliyê malbat û derdorê ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Merwan ê ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê nas kir, bihîst û eleqe nîşan da, li hemberî zilma li ser gelan û bi taybetî gelê Kurd bû xwedî kesayetek hesas. Hevrêyê me têgihişt ku bersiv û têkoşîna herî xurt a li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û qirkirinê ya sîstemê ya li dijî gelan, di nava refên PKK’ê de cih girtin e. Di sala 2007'an de hevrêyê me ku derfet dît Tevgera me ya Azadiyê ji nêz ve nas bike, lêgerîna xwe kûrtir kir. Hevrêyê me Merwan ê piştî ku nirxandinên Rêbertiya me yên li ser rastiya Kurd û Kurdistanê bihîst, jiyana berê êdî ji bo xwe qebûl nekir. Bi lêhûrbûn, lêpirsîn û guhdarîkirina welatparêzên derdorê xwe re rastiya Kurd û Kurdistanê baştir fêm kir. Tevî ku xwest tevlî berxwedana destanî ya li Rojava bibe jî, hevrêyê me yê ku çiya heskir kir ku ev der warê gerîla ye, biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad.

Hevrêyê me ku di sala 2014'an de derbasî çiyayên azad bû, perwerdehiya xwe ya yekemîn li herêma Qendîlê dît. Bi perwerdeya wergirtî re di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlatiyê bû û tevlî xebatên pratîkî bû. Ji ber meraqa wî ya di perwerdeyê de zêde bû, ev yek bi awayek lez rê li ber pêşketina wî vekir. Ji ber tevlîbûna xwe ya sade û sekna xwe ya gihîştî di jiyanê de, karî her tim ji bo hevrêyên xwe alîkar be. Tevî ku şervanekî nû bû jî bi fedakarî û keda xwe bal kişand. Hevrêyê me ku xwedî armancên mezin bû, bi îdîayeke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me ku li herêma Qendîlê di gelek xebatên girîng de cih girt û tecrûbe bi dest xist, piştî perwerdehiya îdeolojîk a ku dîtî zanebûneke diyar bi dest xist. Hevrêyê me ku qadên perwerdê cihê veguherînê û xurtbûnê dibîne li ser vê esasê bû xwedî tevlîbûneke xurt. Piştî her perwerdeya ku tevlî bû, bêyî ku ti sînor ji xwe re deyne bi pêş ve çû. Ji bo kêmasiyên ku dîtiye ji holê rake pêşniyarên çareseriyê kir. Di şert û mercên herî neyînî de israra wî ya di afirandina alternatîfan de, ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Di perwerdeya bîrdozî û leşkerî de astek a pisporiyê bi dest xist û ji bo her wezîfeyê, xwe weke milîtanek amade kir. Bi ruhê serdemê tevgeriya û ji bo biçe qadên ku şer lê girane, pêşniyar kirin. Hevrêyê me Merwan ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo derbên giran li dijmin bixe di sala 2017’an de derbasî herêma Xakûrkê bû, bû yek ji pratîkkarên taktîk ên serdemê. Weke gerîlayeke ku ti sînoran nas nake û xwe bi ti cihî ve sînordar nake, biryardariya xwe ya têkoşînê xurttir kir.

Hevrêyê me Merwan li Xakurkê tevlîbûneke bicoş û bifidekarî pêk anî û tim hêz da hevrêyên xwe û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Weke şervanekî wêrêk tim li dijî dijmin derket û di dilê hevrêyên xwe de bi wêrekbûna cihekî mezin girt. Hevrêyê me Merwan di 18’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de şehîdan dibe û em careke din hevrêyê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.

TÛFAN KOÇER

Hevrêyê me Tûfan li navçeya Dihê ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Hevrêyê me Tûfan li navçeya Dihê ku yekem guleyên artêşbûna tevgera me li wir hatin avêtin, bi çanda dêrîn a Botanê mezin dibe. Ji ber welatparêzbûna malbat û derdora xwe hevrêyê me bi çirokên lehengiyê yên li herêma Botanê mezin dibe û gerîlatî tim xeyala wî bû. Her wiha hevrêyê me Tûfan her çend guhdariya çîrokên şewitandina gundan û komkujiyên dewleta Tirk dikir jî hêrsa wî ya li hemberî pergalê her zêdetir dibû. Hevrê Tûfan bi neçûna dibistanên pergala qirêj hê di zarokatiya xwe de helwesta xwe ya li hemberî pergalê nîşan da. Hevrê Tûfan ji bo piştevaniya malbata xwe şivantiyê dike. Weke dildarekî xwezaya Kurdistanê, di nasîna erd û çiyayan de tecrûbeyeke mezin bi dest xist. Weke hemû ciwanên li Kurdistanê dijîn, wî jî bi xwe rastiya dijminî nas kir. Hevrê me bi saya kûrkirina lêgerînên xwe û bi dîtina nakokiyên pergalê biryarê dide ku tevlî refên gerîla bibe û li dijî dewleta Tirk a dagirker di nava têkoşînê de cihê xwe bigire.

Hevrêyê me di sala 2012’yan de li ser Wanê tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me li herêma Zagrosê perwerdeya gerîlatitê ya nû dibîne û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û jiyana li lûtkeyên dijwar ên Zagrosê dibe. Jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayan tesîreke mezin li ser hevrêyê me Tûfan çêdike. Bi perwerdehiyan tim hewl da ku xwe hem di warê leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de pêş bixe. Hevrêyê me ji ber ku neçûbû dibistanên pergalê di nava tevgerê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Hevrêyê me di warê leşkerî de xwedî azweriyeke mezin bû û vê yekê jî kir ku di demeke kurt de li herêma Avaşîn bibe gerîlayekî xwedî tecrûbe. Her wiha di her du salên xwe yên ewil yên di nava refên gerîla de jî gelekî wezîfe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me Tûfan di sala 2014’an de ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê derbasî Rojava dibe û di gelek pêngavan de cihê xwe girt. Hevrêyê me li Rojava rastiya PKK’yê û Rêber Apo baştir nas kir û bi dil û can nêzî erkên xwe yên şoreşgeriyê bû. Bi tevlîbûna refên azadiyê hevrêyê me hewl da ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û di hemû kêliyên xwe yên di nava tevgerê de tim di nava wê hewlê de bû derbeyê li dijminî bixe. Hevrêyê serkeftin ji xwe re weke tekana armanc pejirand û di gelek çalakiyan de bû xwedî roleke aktîf. Hevrêyê dizanîbû ku wê bi têkoşîneke fedaîyane azadiya Rêbertî û gelê me pêk were û ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe tim di nava kûbûnekê de bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya lehengî û bi hevrêtiya xwe ya fedakar karî bibe milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Tûfan bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî ku di şer de bi dest xist û bi perwerdehiyan di warê bîrdoziyê xwe de xwe gelekî pêş xist û dubare berê xwe dide çiyayên azad û derbasî herêma Xakurkê dibe. Bi şanaziya derbasbûna li qadên gerîla di hemû xebatan de tevlîbûneke bicoş û bimoral nîşan da. Hevrêyê tim di nava pratîkeke zêde de bû û bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar erkên serdemê bi awakî serkeftî bi cih anîn. Li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bû pêkhênerê taktîkên gerîla yên serdemê. Hevrêyê me di têkoşîna destanî ya ku li dijî dagirkeran hatî meşandin de bû xwedî kedeke mezin û weke milîtanekî Apoyî dixwest ji hemû êrîşan re bibe bersiv. Hevrêyê me Tûfan tim dixwest hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derbasî çalakiyan bike û di hemû çalakiyan tevlîbûneke fedaiyane nîşan da. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku dilsoziya Rêbertî û şehîdan û pêkanîna xeyalên şehîdan bes bi lêxistina derbên mezin ên li dijmînî pêkan e û her wiha bi vê armancê kûrbûnên xwe zêdetir û têkoşîna xwe jî mezintir kir. Hevrêyê me ji têkoşîna gerîlayan ya biîrade hêzeke mezin digire û ev yek jî dibe sedem ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir bike. Ji bo ku tektîkên serdema nû yên gerîlayan bi awayekî profesyonelî pêk bîne, tim hewl da û bi vê yekê gelekî alikariya hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Tûfan serkeftin ji xwe re weke tekane armanc pejirand û bi dilsoziya armanca xwe, bi terza xwe biisrar ya xwegihandina serkeftinê û bi sekne xwe ya jiyanê bandorên gelekî mezin li hevrêyên kir.

Hevrêyê me Tûfan Koçer bi tevlîbûna xwe ya sade û jidil ji me re dîrokeke têkoşînê ya têr û tije hişt. Hevrêyê me di 18’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê tevlî karwanê şehîdan dibe û em dubare soz didin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêyê me dewrî me kirî bi serkeftinê ba bikin û bîranînên şehîdên xwe zindî bihêlin.”