Tîmên awarte şewatên li Hesekê û Çilaxa kontrol kirin

Tîmên awarte û agirkujiyê 3 şewatên li zeviyên çandiniyê yên Hesekê û Çilaxa kontrol kirin.

13 gulan, 2024   17:03
HESEKÊ

Nûçegihanên me ragihand ku şewatek li zeviya genim a gundê Şilo yê li nêzî bendava rojhilatê Hesekê çêbû. Tîmên awarte û agirkujiyê destwerdan kir û şewat kontrol kir. Lê dîsa jî 20 donim şewitî. Her wiha li nêzî gundê Serab ê Hesekê şewatek din çêbû, lê piştî şewitandina 2 doniman tîman şewat kontrol kir. 

Li zeviya genim ê gundê Qîro yê li gundewarê Çilaxa şewatek çêbû, di encamê de 30 donim şewitî. Lê tîmên agirkujî û şêniyan şewat kontrol kir.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsîna sedemên şewatan kir.

(fr)

ANHA