2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Şedadê 2 şehîdên QSD'ê, Elî El Elêwî û Mihemed El Receb ku 10’ê Gulanê li Dêrazorê di encama êrişa çeteyên DAIŞ'ê de Şehîd bûbûn oxir kirin.

2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
2 Şervanên QSD'ê li Şedadê hatin oxirkirin
13 gulan, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo oxirkirina herdu şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Elî El Elêwî û Mihemed El Receb ku Di 10'ê Gulanê de çeteyên DAIŞ'ê bi erebeyeke bombekirî li dijî rêbendeke kontrolê ya QSD'ê ya li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kiri bû Di encamê de 3 şervan şehîd bûn û 7 birîndar bûn, berê xwe da pekrewangeha şehîdan. 

Di merasîme de serî de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Ewde Hisên destnîşan kir ku hêzên wan ê li hember komployên li dijî gel û aramiya wî bisekinin û ew ê ji bo pêkanîna jiyaneke tijî hezkirin û dilsozî şehîdên zêdetir jê bidin.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Idêb sersaxî da malbatên şehîdan û soza domandina têkoşînê li dijî zehmetî û komployên li dijî herêmê nû kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên herdu şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin. Herdu şehîd bi tilîliyên dayikan û şiyara "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" hatin oxirkirin.

(mh)

ANHA