Dosyaya peneberên Sûriyeyê û civîna Ereban rojevên rojnameyên erebî ne

Dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê, civîna Komkara Ereban, her wiha vegera Sedr li qada siyasî rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Dosyaya peneberên Sûriyeyê û civîna Ereban rojevên rojnameyên erebî ne
13 gulan, 2024   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê  dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê de nûçeyek bi sernavê ’Parlamento beriya rûniştina yekkirina helwestên hemberî penaberiya ji Sûriyeyê dicive’. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku li ser banga serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî û serokê hikumeta demkî Necîb Nîqat,  dê parlamaneto roja çarşemê bicive.  Hate destnîşankirin ku rojeva yekane ya civînê dosyaya penaberên Sûriyeyê ye. Hat bibîrxistin ku ku 28’ê Gulanê dê bi heman mijarê kongreyek li Brukselê were lidarxistin.

Li gorî rojnameyê, rojeva penaberên Sûriyeyê hemwextî peyama wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad a ji hempîşeyê xwe yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb re pêk tê û hate gotin, Miqdad hişyarî dabû ku civîna siyasî veneguhere "êriş li ser Şamê".

Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku endamên parlamentoya Lubnanê beriya civîna roja çarşemê, dê  roja sêşemê civîneke şêwirî li dar bixin da ku li ser yekkirina helwestên der barê dosyaya penberan de bighêjin reşnivîsekê.

’CIVÎNA BEHREYNÊ Û ŞERÊ XEZAYÊ: NAVNÎŞANEKE ZÊDE JI BO VALAHIYA EREBAN’

Rojnameya El Erebî bal kişand ku ser civîna 33’an ku dê li paytexta Behreyên Menameyê pêk were. Hate gotin, civîna Ereban dê piştî derbasbûna zêdekirî 7 mehan di ser şerê Hemas û Îsraîlê û têkçûna hemû hewldanên agirbestê pêk were.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Çavdêr destnîşan dikin ku pêwîstiya rewşa cîhana Ereban bi biryarên ku divê werin pêkanîn heye. Divê biryarên derbarê Îsraîl, DYA, dewletên cîhana rojava yên ku bê sînor destekê didin Îsraîlê de werin dayîn, ji aliyê dewletên endamên Komkara Ereban werin pejirandin. Çavdêr tu hêviyê ji civîna Behreyên û civînên din ên Ereban nakin û diyar dikin ku biryarên civînên Ereban nayên pêkanîn."

’MUQTEDA SEDR VEDIGER QADA SIYASÎ DA KU BAREGEHÊN HEVALBENDÊN ÎRANÊ YÊN LI IRAQÊ BELAV BIKE Û WAN JI NÛ VE SAZ BIKE’

Rojnameya Ereb El Londoniye têkildarî vegera Muqteda Sedr li jiyana siyasî û beşdariya tevgera wî di hilbijartinên bê yên parlamentoya Iraqê de nûçeyek weşand. Hate diyarkirin ku vegera Sedr li jiyana siyasî pirsên wekî "Gelo dê vegera wî gefeke rastqîn li serweriya partî û komên şie yên çekdar ên nêzî Îranê çêke?" derdixe pêş. Rojnameyê cih da bersiva çavdêrên rewşa Iraqê jî; "Eger Sedr di hilbijartinan de bi ser bikeve jî dê nikaribe gefan li serweriya partî û hêzên ser bi Îranê ve bixwe. Sedema vê yekê ew e ku ev partî û hêz xwedî kontroleke xurt di saziyên dewletê de ne. Di heman demê de xwedî gelek alavên parastina cihên xwe di desthilatê de ne. Lê dibe ku vegera Sedr hevbendiya Îranê ya li Iraqê li ser hesabên aliyên din xurt bike."

Li gorî nirxandinên çavdêran, vegera Sedr dê li gel hemahengî û lihevkirina bi hin pêkhateyên Çarçoveya Hemahengiyê re pêk were û hate gotin, armanc ji vê lihevkirinê ew ku hevalbendiyekê li dijî pêkhateyên din ên ku wekî xetere li ser siberoja xwe dibînin, ava bikin.