Encamnameya Kongreya 3’yemîn a Kongra Îslama Demokratîk

Kongra Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn aşkera kir.

Encamnameya Kongreya 3’yemîn a Kongra Îslama Demokratîk
13 gulan 2024   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (12’ê Gulanê) bi bedarbûna 450 delegeyî kongreya xwe ya 3’yemîn li dar xist. Kongre  bi dirûşma "Îctîhad û nûbûn dergehên çareseriya pirsgirkên li Rojhilata Navîn e" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo pêk hat.

Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê encamnameya kongreya xwe ya sêyemîn  aşkera kir.  Di encamnameyê armancên lidarxistina kongreyê di vê demê de, hejmara beşdarên wê û rêveçûna kongreyê hatin bibîrxistin.

Hate diyarkirin li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û qanûnên Meclisa Ol û Baweriyan rêziknameya nû ya kongreyê hat erêkirin û wiha hat domandin: "Hinek guhertin di sazumaniya Meclisa Şêwirî de çêbûn. Cara yekemîn meclis hat avakirin. Meclis li gorî Hevpeymana Civakî ya nû ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Meclisa Şêwirî ya nû ji rêveberên Fakulteya Zanistên Olî-Beşa Ola Îsalmê, nûnerek ji Fakulteya Jineolojî, 2 endamên rêveber ên Desteya Perwerde û Fêrkirinê- Beşa Ola Îsalmê û endamên din ên Kongra Îslama Demokratîk pêk tê. Sazumaniya Nû ya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hevserokatî, Meclisa Rêveber a Giştî (41 endam) û Desteya Rêveber (7 endam) pêk tê.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku Evîn El Hecî û Mele Mihemed El Xerzanî wekî hevserokên Kongra Îslama demokratîk hatin hilbijartin û hat goitn: "Ji bo Meclisa Rêveber a Giştî ya Kongra Îsalam Demokratîk jî 25 kes hatin hilbijartin, 15 endamên din ji bo komîteyên navendî, îdarî û rêxistinî hatin hilbijartin. Bi vê yekê hejmara endamên Meclisa Rêveber a Giştî dibe 41 endam."

Di encamnameyê de plansaziya dema bê ya Kongra Îslama Demokratîk jî hatiye aşkerakirin " Di nava 3 mehên pêş de avakirina meclisên bajar, bajarok û kantonan werin domandin. Bi armanca pêşxistina aliyê bîrdozî û belavkirina têgeha îslama demokratîk eleqeya bi komîteyên lêkolîn, perwerde û ragihandinê were xurtkirin. Dewreyên perwerdeyê ji bo endamên kongrê werin birêxistinkirin. Pêşxistina têkiliyên diplomatic bi saziyên olî yên cîhanê."

(bb)

ANHA