ˊÊrişa li ser Refehê eniya başûrê Lubnanê ber bi rewşeke aloztir ve dibeˊ

Rojnamevan û şirovekarê siyasî Toni Polus diyar kir ku her ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de kûr dibe, encamên wê jî girantir dibin û hewldanên Îsraîlê yên ketina Refahê jî rewşa başûrê Lubnanê aloz dike.

ˊÊrişa li ser Refehê eniya başûrê Lubnanê ber bi rewşeke aloztir ve dibeˊ
14 gulan, 2024   07:35
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbestê nizane. Ew şer derbasî meha xwe ya 8'an bû. Hemwextî wê artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî deverên cuda yên Xezayê didomîne. Herî dawîn jî li Beleh, Nuseyrat, Cebalya û rojhilatê Refehê hatin êrişkirin.

Bi taybet li Refehê, tirsa rûdana şerekî berfireh nexasim piştî ku artêşa Îsraîlê bi bejayî derbasî rojhilatê bajêr bû, zêde dibe. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku di vê operasyonê de gelek çekdarên Hemasê hatin kuştin û binesaziya bajêr hat têkbirin.

Titşê balkêş ew e ku artêşa Îsraîlê herêma rojhilatê Refehê vala dike û bang li şêniyên taxên bajêr dike ku bajêr vala bikin, da ku dest bi operasyoneke leşkerî bike.

Girêdayî wê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi îsrar dixwaze Îsraîl derbasî Refehê be û hemû zextên navneteweyî yên ku rê li ber pêkanîna armancên Îsraîlê digirin, red dike.

Li hemberî wê, Hemasê diyar kir ku êrişa Îsraîlê li dijî Refehê dê ne "geştek" be û destnîşan kir ku wê hevkariyeke erênî bi berpirs û navbeynkaran re kir û tiştê pêwîst ji bo pêkanîna agirbestê, vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezayê, vegerîna koçberan û veguhastina esîran, kirin.

Dewletên rojavayî di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bang li Îsraîlê kir ku li dijî Refehê êrişan pêk neyne da ku kareseteke mirovî rû nede û rewşa herêmê aloztir nebe.

ˊDAGIRKIRINA REFEHÊ DÊ ENIYA BAŞÛRÊ LUBNANÊ BER BI SÎNARYOYEKE GERMTIR VE BEˊ

Rageşiya rewşa sînorê başûrê Lubnanê hemwextî êrişên hewayî û topbarana rojane ya di navbera Îsraîl û Hemasî de, zêdetir dibe. Her wiha gefên Îsraîlê yên ji bo Lubnanê yên destpêkirina şerekî giştî zêde dibin. Di serdana xwe ya ji bo sînorê Lubnanê de, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got, "Havîna Lubnanê dê germ be." Gallant diyar kir ku artêşa wî dê armancên xwe li bakur û başûr pêk bîne, Hemasê lal bike û Hizbullah têk bibe.

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Tonî Polus ji ajansa me re diyar kir ku hemwextî derbasbûna bejayî ya li Refehê, pevçûna di navbera Hizbullah û Îsraîlê de jî gurtir bûn. Ev jî nîşan dide ku eniyên Xeza û Lubnanê bi hev ve girêdayî ne.

Polus wiha domand: "Dema ku dan û standina di navbera Îsraîl û Hemasê de li Qahîreyê bi rê ve diçûn, rewşa eniya başûr hinekî aram bû. Lê piştî binketina dan û standinan, rewş gurtir bû. Nexasim piştî ku artêşa Îsraîlê derbasî rojhilatê Refehê bû û deriyê sînor kontrol kir. Dema bê rewşa Lubnanê dê germ û aloz be. Nexasim ku fermandarê "Feyleq El Quds" Îsmaîl Qaanî di civîna xwe de ya bi komên çekdar ên herêmê re ji Hizbullah xwest şerê xwe li dijî Îsraîlê li eniya başûr gurtir bike û çekên nû bi kar bîne. Ev jî di dema dawîn de hat dîtin, wek bikaranîna balafirên bêmirov ên xwekuj."

ˊÎRAN PIŞTÎ REFEHÊ DESTEKÊ DIDE ENIYA BAŞÛR Û LUBNANÊˊ

Tevî ku Hizbullah operasyonên xwe yên leşkerî di 5-6 kîlometreyan de pêk tîne, lê belê Hizbullah û Îran ji senaryoya piştî şerê Xezayê tirsiyane. Dibe ku Îsraîl berê xwe bide başûrê Lubnanê û bi operasyoneke berfireh hewl bide Hizbullah têk bibe. Ev jî ji bo Îranê cihê tirsê ye. Der barê vê de Polus got: "Îran dibîne ku eniya sereke ji Xezayê hat başûrê Lubnanê. Ji bo wê baş e ku dan û standina bi DYA'yê re zû bigihîne dawiyê û mercên ku ji 7'ê Cotmehê ve dixwaze pêk bîne."

Di encamê de gengaziyek mezin heye ku pevçûn gurtir bibin û Îsraîl bi cidiyet herêmekê bixe navbera xwe û Lubnanê. Girêdayî vê Polus got: "Ev yek dibe ku bi rêya pêkanîna biryara 1701 ku Lubnan û civata navneteweyî banga pêkanîna wê dikin, were pêkanîn. Eger nehat pêkanîn jî Îsraîl dê berê xwe bide bijardeya tekane ku ew jî şerekî berfireh li dijî Hizbullah pêk bîne. Ev jî di pêkanîna operasyonên berfireh ên rojane li dijî gundên başûr de, diyar dibe. Ew tê wateya ku Îsraîl niha herêmeke ewle ya leşkerî heta rewş zelal dibe, ava dike. Zelalbûna rewşê jî yan lihevkirin an jî şerekî berfireh e."

(mh)

ANHA