Çalakiya girtiyên azadiyê berdewam dike
Çalakiya girtiyan a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 170 ’an de didome.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareserî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû.
Girtiyan destnîşan kiribû ku heke heta 15’ê Sibatê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxwazên wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.
Girtiyên azadiyê piştre di 12’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinên li Tirkiy û Bakurê Kurdistanê neke, biryar daye ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê Nîsanê de li ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.
Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 170 ’an de bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên bi telefonê, bi malbatan re û derketina dadgehan, didome.