ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2024
14 gulan, 2024   02:00

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de, li kantona Firatê 16 lijndeyên hilbijartinê hatin avakirin.

Lêkolînerekî zimannasî rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî 12 salan ji Şoreşa 19'ê Tîrmehê wek vejînekê pênase kir. Her wiha destnîşan kir ku ji bo pêşxistina rewşa ziman pêwîstî bi xwedîderketina li berpirsiyariyê û yekkirina kedê heye.

Şêniyên bajarokê Til Marûf bi hevkariya meclis, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn zeviyên xwe ji şewatê diparêzin.

Erebistana Siûdî hewl dide hêza xwe ya ewlekarî xurt bike û desteka leşkerî ya pêwîst ji Amerîkayê bi rêya peymanên ewlehî wergire. Di navbera herdu welatan de têkiliyên dîrokî hene ku gihîştine asta koalîsyona stratejîk di hin dozan de. Di dema niha de Riyad hewl dide garantiyên ewlehî yên Amerîkî û desteka di aliyê nukleerî de ji bo armancên xwe yên sivîl û pêkanîna peymanan, wergire û têkiliyeke mayînde bi Amerîkayê re ava bike.

Bi êrişên hewayî û topbarana rojane, aloziya rewşa li ser sînorê başûrê Lubnanê zêdetir dibe. Her wiha dagirkirina Refehê dê eniya başûrê Lubnanê ber bi sînaryoyeke germtir ve bibe. Rojnamevan û şîrovekarê siyasî diyar kir ku ev nîşan dide ku eniyên Xeza û Lubnanê bi hev ve girêdayî ne.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê bi boneya Roja Zimanê Kurdî li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya Hesekê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. Her wiha Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê li komeleya perwerdê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, li kantona Minbicê jî Navenda Fêrkirina Zimanan bi heman boneyê li hola Navenda Çand û Hunerê şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li bajarê Qamişlo ji pêş navena xwe li dar dixe, saet 11:00ˊan. Li Dirbêsiyê jî bi heman mijarê şênî meşekê ji pêş mizgefta Hac Sultan meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan.

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê ji bo amadekirina Kongreya Jinên Ciwan li hola Komîteya Ciwan û Werzîşê civîneke girseyî li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê sersaxiyê dide malbata gerîlayê HPGˊê şehîd Merwan Zarevan li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)