Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin

Şêniyên bajarokê Til Marûf bi hevkariya meclis, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn zeviyên xwe ji şewatê diparêzin.

Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
Gel zeviyên xwe ji şewatê diparêzin
14 gulan, 2024   05:01
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê cotkaran dest bi rakirina mewsimê xwe (ceh û kemûn) dikin. Ji bo parastina zeviyan ji şewatê û diziyê gel nobetdariyê dike.

Li Bajarokê Til Marûf ê girêdayî bajarê Tirbespiyê, welatî ji bo parastina zeviyan di nava tevgerê de ne. Bi awayekî rojane welatî nobetê dikin, heta mewsim bi dawî dibe.

Şêniyan li ser rêyên têketin û derketina bajarok biroşorên hişiyarkirin û numreyên tîmên awaret û agirkujê li welatiyan belav dikin.

Welatiyê bi navê Merwan Sadiq Osman diyar ku ew û tîmên agirkujê bi hev re zeviyan ji şewatê diparêzin.

Merwan got:  "Niha dem dema rakirina mewsimê ye, taybet ceh û kemûn tê rakirn. Em jî wek gel ji bo rê li pêşiya şewatê bigirin parastinê dikin û biroşorên hişyarkirinê li erebeyan belav dikin."

Merwan Sadiq di dewama axaftinên xwe de bang li welatiyan kir ji bo parastina zeviyan her kes xwe berpisyar bibîne û agahiyê bidin tîmên agirkujiyê.

Di dawî de Merwan Sadiq bal kişand ser hevkariya meclis, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîmên agirkujê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em û saziyên civaka sivîl bi hev re zeviyan diparizin."

Welatiya bi navê Xedîce Mihemed Sêvo ku ew jî cihê xwe di parastina zeviyan de digire got ew wek jin parastina zeviyan ji bo xwe erk û berpisyarî dibînin.

Xedîce bal kişand ser belavkirina wan ji biroşorên hişyarkirinê û numreyên tîmên agirkujê û weha dom kir: "Em li ser rêyên giştî biroşorên hişyarkirinê li erebeyan belav dikin. Da ku ew di şewatan de agahiyê bidin û xwe berpirsiyar bibînin."

ANHA