Hemas êrişî hêzên Îsraîlê yên li deriyê Refehê kirin 

Tevgera Hemasê ragihand ku wê êrişî hêzên Îsraîlê yên deriyê sînor ê Til Refehê kiriye.

Hemas êrişî hêzên Îsraîlê yên li deriyê Refehê kirin 
13 gulan, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

 Tevgera Hemasê ragihand ku wê îro (Duşemê) bi hevkariya  Tevger Cîhad Îsalmê êrişî hêzên Îsraîlê yê deriyê sînor ê Refehê yê li aliyê Filistînê kiriye. Hemasê daxuyand ku êriş bi hawanên giran pêk hatiye.

Ketîbeyên Qesam ku baskê leşkerî yên Hemasê ye  duh ragihandibû ku wê bi hawnan êriş biriye ser leşker û panzêrên Îsraîlê yên li deriyê Refehê.

(bb)