Hikumta Şamê careke din buhayê sotemeniyê bilind kir

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizexiran a hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê bilind kir.

Hikumta Şamê careke din buhayê sotemeniyê bilind kir
13 gulan, 2024   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizexiran a hikumeta Şamê  rewşa zehmet a debara welatiyan paşguhd dike û careke din buhayê madeyên sotemeniyê zêde kir.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizexiran bi biryarekî lîsteya nû ya buhayên madeyên sotemeniyê diyar kir.

Li gorî biryarê, buhayê lîtreya benzîna "Oktan 60" ji 12 hezar L.S bû 15 hezar û 500 L. S. Buhayê lîtreya benzîna "Oktan 95" bû 14 hezar û 368 L. S.  Her wiha buhayê lîtreya mazotê 11 hezar û 669 L. S û toneke madeya fulel kir 8 milyon û hezar û 835 L. S.

Wezaretê buhayê toneke xaza avî jî kir 10 mîlyon û 490 hezar û 750 L. S. Buhayê tupeke xazê ya malan jî kir 100 hezar L.S û buhayê tupeke xaza pîşeyî kir 190 hezar L. S.

Ji destpêka îsal ve ev cara 8’an e ku hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê bilind dike.

(bb)