ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-09-2022

-Komxebata Şêwirî ya li Hola Zana bajarê Qamişlo di roja duyemîn de bi mijara nenavendîbûnê dewam dike, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma başûr a kantona Hesekê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Eşref El Selfîh li goristana Şehîdan a Şedadê vedişêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Civakî ya Ermenî têkildarî êrişên li ser Ermenistanê daxuyaniyekê li bajarê Hesekê didin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakgera hiqûqî ya lubnanî Sewsen Şoman da zanîn ku desthilatên Tirkiyê hewl dide bi rêya ferzkirina tecrîdê li ser rêber Ocalan fikrê ronakbîrî biçewisîne û got: "Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan, ji wan jî qanûna 'mafê hêviyê' bin pê bike û bi biryara darvekirina zindî guhert." (BI WÊNE).

- Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê, şermezar kirin û gotin, “Berxwedana girtîgehan çavkaniya îradeya me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mazot li bêhtirî 15 hezar û 413 malbatên başûrê Hesekê hat belavkirin, belavkirin dê heta destpêka Kanûnê bidome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di şevekê de jiyana wê serûbin bû. 9 salan di destê DAIŞ`ê de ma. Hemû endamên malbata wê hatin revandin. Çanda wê û axaftina bi kurdî lê qedexe kirin. Gelek caran hewl da bireve, bawer nedikir ku rojekê dê ji aliyê YPJ`ê ve bê xilaskirin. Jina êzidî Sewsen ku li kampa Holê hatiye xilaskirin, got “Ji bo rizgarkirina jinên êzidî çi ji destê min bê ez ê bikim.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê MSD’ê ya navendên Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd da zanîn ku kantona Efrînê ya dagirkirî li gorî dewleta Tirk a dagirker bingeha pêkanîna Mîsaqî Millî ye û bang li sûriyan kir ku xwedî li doza rizgarkirina Efrînê derkevin ku dozeke sûrî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Perwerde û Fêrkirinê hewl dide li şûna pergala li gorî ezberekirinê, pergala nirxandinê bîne da ku performansa xwendekaran baştir bibe. Ev tecrubeya nû, şoreşeke zihnî û fikrî ye û dikare civakeke exlaqî, demokratîk û polîtîk ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Misir helwesta xwe ya li hember hikumeta Ebdulhemîd Debîbe diyar kir. Wekî bertek li hemberî erekdarkirina wezîra karên derve ya hikumeta Debîbe ji bo rêvebirina civîna asayî ya Komkara Erebî li şûna Lubnanê, şandeya Misirê ji civînê vekişiya.  Hinek şîrovekaran ev yek wekî girtekeke xwezayê heta bidawîbûna hikumeta Debîbe nirxandin. Hinekên din jî wekî helwesta Misirê li hemberî Tirkiyê nirxandin. (BI WÊNE).

ANHA