Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye

Keşe û melayên li Qamişloyê anî ziman ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina olan pêk hatiye û got “Abdullah Ocalan banga aştî û biratiya gelan dike, fikra wî em anîn ba hev.”

Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye
Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye
Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye
Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye
Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye
Keşe û mela: Bi saya Serokatî hevgirtina olan çêbûye
13 gulan, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Ji melayên li Qamişlo Elî Resûl ev 20 sal e mela ye. Resûl anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bindestiya li ser gelan qebûl nekiriye, bêyî ku ferqê bixe nava bawerî û pêkhateyan. 

Elî Resûl diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan bandor li oldaran kiriye û got: “Serokatî banga jiyana hevbeş, biratiya gelan û olan dike. Ji bo wê gelek rêbaz ji gelan re danîn. Yek ji wan rêbazên wî nêrînên olî ne. Serokatî hemû ol û baweriyan xwendin û ji her olê re xalên rengîn ji dane hev. Ew wekî mûmeke ye ku derdora xwe ronî dike, gotina wî dikeve dilê guhdaran.”

‘GER FELSEFEYA SEROKATÎ NEBÛYA REWŞA ME DÊ KAMBAX BÛYA’

Elî Resûl destnîşan kir ku beriya fikrên Rêber Abdullah Ocalan, oldar berjewendîperest bûn û tu oleke din qebûl nedikir ku heta di ola îslamê de 4 mezheban hev qebûl nedikir.

“Li herêma me yekitiya olan bi saya Serok Abdullah Ocalan çê bûye” bi van gotinan Elî Resûl bal kişand ser yekitiya olan û wiha got: “Ola her kesî jê re ye, tişta ji me re girîng jiyana hevbeş e. Ev welatê me ye, divê her kes bi erka xwe rabe ku em welatê xwe ji dijminan biparêzin. Em nehêlin kesên qirêjî bi navê olê derbasî welatê me bibe, gelê me bixapîne û ji bo berjewendiyên xwe olê bi kar bîne. Ger ev felsefe nebûya dê rewşa me kembax ba. Dê di navbera olan heta di nava civakê de yekitiyek tune bûya. Fikra Serokatî em anîn ba hev.”

Keşeyê Dêra Yekitiya Mesîh a Încîlê ya li Qamişloyê George Mosa Moshî ku 10 sal e keşe ye, anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û biratiyê dike.

`JI BO SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK TÊ BIKOŞIN`

Dapîr û bapîrên George Mosa Moshî ji Komkujiya Seyfo ku Osmaniyan dijî gelên Ermen û Suryan de pêk anî, filîtin û ji gundê Batê yê girêdayî navçeya Mîdyadê yê Bakurê Kurdistanê koçberî bajarê Qamişloyê bûn. Mosa Moshî diyar dike ku Komkujiya Seyfo bi serkêjiya Erdogan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş didomin û got: “Herêmên me Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din dagir kirin. Niha jî li herêmên me dixwazin tevliheviyan di nava gelan de derxin, teqînan pêk tînin û erebeyan dikin hedef. Li dijî van êrişên dewleta Tirk divê hemû ol û bawerî bi hev re ji bo Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşin.”

‘ABDULLAH OCALAN BANGA AŞTÎ Û BIRATIYA GELAN DIKE’

Mosa Moshî bal kişand ser hevgirtin û pirrengiya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Aştî û hezkirina cîhanê çawa ku di ola me de heye, di pirtûkên Abdullah Ocalan de jî heye. Abdullah Ocalan banga biratî û aştiya gelan dike.”

ANHA