Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên çekên kîmyewî şermezar kirin

Meclisa malbartên Şehîdan êrîşên çekên kîmyawî yên dewleta Tirk ya Herêmên Prastina Medyayê bi di 10 û 11 ê Gulanê pêk hatine bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên çekên kîmyewî şermezar kirin
13 gulan, 2024   16:09
ŞEHBA

Meclisa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê li hember êrîşên Artêşa Tirk a dagerker bi çekên kîmyewî û jehrîn li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 10 û 11 ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Tunelên gerîla yên li Zapê bi çek û qazên kêmyawî hatibûn armanc kirin, bi daxuyaniyekê hate şermezar kirin. 

Daxuyanî li gundê Til Qirahê a Bajaroka Ehdas ji hêla endamên Meclisa Malbetên Şehîdan Xedîce Îbo bi Zimanê Erebî û Zimaê Kurdî jî Reşîd Silêman ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî û jehrî ên li qada navneteweyî yên qedexekirî li dijî Hêzên Gerîla ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk tên, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye û bi hemû wateya xwe sûc e.

Di daxuyaniyê de êrîşên bi çekên kîmyawî yên li dijî gerîla hatin şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku êrîşên pêk tên di nava bêdengiya Navneteweyî de tên kirin û ev yek tê wetaya hevkariya wan bi hev re.

Di daxuyaniyê de banga li Rêxistinên Navneteweyî yên ku li dijî sûcên şer radiwestin kirin ku bila zalimê faşîst, lîderê teror Erdogan û derdora wê bên darizandin. Her wiha li hemû gelên herêmê kirin ku têkoşîna xwe bi hemû rêbazên demokratîk di her qadekî de bimeşînin, bi nîşandana hevgirtina xwe ya bi berxwedana Gerîla re û li dijî her cure xiyanet û hevkaran e.