`PDK`ê hîna tev li lîstokên dijmin dibe`

Rewşenbîran li kantona Cizîrê diyar kir ku PDK`ê ders ji dîroka Kurdan negirtiye û tev li lîstokên dijmin dibe. Rewşenbîran bang li rewşenbîrên Kurd û siyasetmedaran kir ku li hember dagirkeriya Tirk dengê  xwe bikin yek.

`PDK`ê hîna tev li lîstokên dijmin dibe`
`PDK`ê hîna tev li lîstokên dijmin dibe`
`PDK`ê hîna tev li lîstokên dijmin dibe`
13 gulan, 2024   03:45
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkarî û koordîneya bi dewleta Tirk a dagirker re di şerê wê yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de zêde kir. Kurdên li seranserî Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê hevkariyê red dikin û rexne dikin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Kurdyar Dirêî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker demeke dirêj e êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got: "Komara Tirkiyeyê ji 1923`yan ve dijminatiya doza Kurd dike. Em sûcan ji dijmin nakin, ji ber ku dijmin e. Lê belê divê partiyên Kurd dersê ji dîrokê wergirin."

Dirêî wiha domand: "Xuyaye ku PDK`ê ew ders negirtiye. Ji ber wê tev li lîstokên dijmin dibe. Divê PDK`ê ji xwe şerm bike."

Dirêî referandoma li Kurdistanê ya 2017`an çêbûye, bi bîr xist û got: "Piştî referandomê, helwesta PDK`ê li hemberî Tirkiyeyê şermîn bû. Tirkiye siyasetên xwe li ser PDK`ê ferz dike. PDK`ê jî nikare red bike. Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê kir û gelek lihevkirinên veşartî îmze kirin. Gelek metirsî û pirsnîşan girêdayî van lihevkirinan hene."

Dirêî siyasetên PDK`ê li Başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha pê de çû: "Hewlêr di rewşeke dijwar de ye. Li aliyekê, bi hikumeta navendî re nakok e, li aliyê din bi Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevgerên din ên Kurd re nakok e. Ji ber wê dixwaze Tirkiyeyê razî bike."

Bi nêrîna Dirêî rewşenbîr dikarin roleke mezin di birêxistinkirina civakê û birêvebirina wê de bilîzin û got: "Partî ji bo xizmetê ji civak û gel re bikin, tên avakirin. Lê tişta xeter ew e ku civak xizmetî partiyan bike."

Dirêî wiha domand: "Sala 2006`an dema Federaliya Başûrê Kurdistanê hate ragihandin, li pêşiya gelê Kurd firsandeke dîrokî hebû. Diviyabû ev herêm bibûya nuqteya guhertina Kurdistanê tevahî. Lê mixabin parlamento û hikumet nebûn yek. Nakokiyên di navbera partiyan de zêde bûn. Aliyê yekane ya li pêşiya planên dewleta Tirk derketiye, tevgera rizgariya Kurdistanê bû ku heta niha Herêmên Parastinê yên Medyayê diparêze."

Di dawiyê de Dirêî bang li partiyên Kurd kir ku bilez kongreya nîştimanî li dar bixin, ji bo ku pêşeroja Kurdan were diyarkirin û rê li pêşiya xwînmêjin Kurdan bê girtin.

BANGEWAZÎ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ebûd Mexso bang li aliyên Kurd kir ku li hember êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bê deng nemînin û wiha berdewam kir: "Piştî ku AKP`ê di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket, Erdogan niha dixwaze bi êriş û qirkirina gelê Kurd û tevgera rizgariya Kurdistanê û dagirkirina Kurdistanê xwe rewa bike."

Her wiha Mexso bang li rewşenbîran kir ku dengê xwe bikin yek û got: "Tirkiye 40 sal e xwîna gelê Kurd dimêje. Lê dîsa jî bi ser neket û dê bi ser nekeve. Divê em hevgirtina xwe li hember van êrişan xurt bikin."

(şx)

ANHA