Rêxistinên jinan soza bilindkirina têkoşînê ya tundiya li ser jinan dan

Rêxistin û tevgerên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên qirkirinê yên li dijî jinan bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku wan doza kuştina jinan xistiye pêşiya hemû dozan ku wê tê bikoşin.

Rêxistinên jinan soza bilindkirina têkoşînê ya tundiya li ser jinan dan
Rêxistinên jinan soza bilindkirina têkoşînê ya tundiya li ser jinan dan
Rêxistinên jinan soza bilindkirina têkoşînê ya tundiya li ser jinan dan
Rêxistinên jinan soza bilindkirina têkoşînê ya tundiya li ser jinan dan
Rêxistinên jinan soza bilindkirina têkoşînê ya tundiya li ser jinan dan
13 gulan, 2024   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star daxuyaniyek bi beşdariya bi dehan jin û endamên rêxistin û tevgerên jinan wek (Mala Jinan, Meclisa Edaleta Civakî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan û Saziyên Civaka Sivîl) dan.

Daxuyanî li bajarên Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê hat dayîn û sûcên li dijî jinan hatin şermezarkirin.

Li bajarê Qamişlo, daxuyanî li pêşiya Meclisa Kongra Star ji aliyê rêvebera Mala Jinan a kantona Cizîrê Behiye Murad ve bi zimanê erebî û ji aliyê Rêvebera Kongra Star Îbtîsam Hisên ve bi zimanê Kurdî, Hesekê li pêşiya navenda Kongra Star ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan (zewicandina bi darê zorê, tecawizkirina cinsî û kuştin) bi tundî hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku sûcdar hewl didin bi rêya van sûcan berxwedana jinan a li dijî hişmendiya zilamperest têk bibin.

Her wiha, di daxuyaniyê de banga pêkanîna edaletê û qanûnên ters li dijî sûcdaran û derxistina cezayên giran li dijî wan, hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê li dijî hişmendiya zilamperest li gor felsefeya rizgarkirina jinan hat dayîn û banga hevkarî û hevgirtina hemû saziyên jinan ji bo bidawîkirina van sûcan hat kirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi daxuyaniyeke hevbeş li kantonên Reqa û Dêrazorê sûcên li dijî jinan şermezar kir.

Li Reqayê daxuyanî li pêşiya qada kombûnê bi beşdariya bi dehan jin û endamên rêxistinên jinan ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Betûl Hisên ve hat xwendin.

Li Dêrazorê jî daxuyanî li pêşiya avahiya Mala Jinan a bajatê Kîsra ji aliyê endama Meclisa Edaleta Civakî Îkram Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sûcên tundiya li ser jinan û kuştina wan bi bihaneyên nerast li dijî hemû qanûn û biryaran û li dijî hemû olan e jî.

Her wiha teqezî bi girîngiya meşandina xebateke cidî ji bo hesabxwestina ji sûcdaran, bidawîkirina sûcan û pêkanîna mafên azadî û edaletê, hat dayîn.

(mh)

ANHA

Qamişlo

Hesekê

REQA