Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Minbicê de heta niha 200 hektar zeviyên çandiniyê û 3 hezar darên zeytûnan şewitîne. Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan şerê debara wan dikin

Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
Di êrişa ser Minbicê de 200 hektar erdê çandiniyê û 3 hezar zeytun şewitîn
13 gulan 2024   05:06
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 10’ê Gulanê gundên Bugaz û Qertwêran ên rojavayê bajarê Minbicê topbaran kiribûn. Di encama topbaranê de 200 hektar zeviyên çandiniyê û nêzî 3 hezar darên zeytûnan şêwitîn.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Fatima El Mihemed a ji gundê Kawiklî got: "Ji ber êrişên Tirkiyeyê agir bi zeviyên me yên çandiniyê ket. Şeweat ji gundê Girhuyok ê rojavayê bajarokê Erîme derket û gundê Îlan Yalnî yê bakurê bajarokê da ber xwe. Şêniyên terektor û alavên tefandina agir amade kirin, li tirsa ku werin hedefkirin, nikarîbûn nêzî cihê şewatê bibin."

Fatima diyar kir ku ji ber bayê xurt şewatê rez û darên zeytûnan, zeviyên ceh, genim û nîskan da ber xwe. Fatima bi bîr xist ku şeweatê tevahî hêviyên şêniyên li ser mewsimê çandiniyê têk bir û jêdera yekane ya debara wan tune kir.

Welatiya bi navê Wefa El Ehmed a ji gundê Îlanê jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dirêjahiya gundên li beramberî herêmên dagirkirî zeviyên wan ên çandiniyê şewitandin û wiha domand: "Şewat bû sedema karesatekê, dûmana şewatê derbasî malan bû û bandor li neweşan, bi taybetî nexweşên rebû kir."

Wefa bi van gotinan bal kişand ser xetereya van şewatan li xelkê "Ev şewat jiyana kesên ku mala wan nêzî qadên çandiniyê ne dixe xeteriyêe. Xetereya din jî ew e ku gundên me rojane ji aliyê dagirker û çeteyan ve tên topbarankirin."

Şêniyên Minbicê diyar kir ku hedefkirina qadên çandiniyê yek ji hewldanên dewleta Tirk e ku şêniyan tengava bike û wan ber bi koçberiyê ve dehf bide. Di heman demê de diyar kir ku armanc ji van êrişaên têkbirina berxwedana gelan a li hemberî dagirkeriyê ye.

(bb)

ANHA