Dîrok cuda ne û nêrîn yek e: Cejna Dayikê

Li cîhanê dîrokên pîrozkirina Cejna Dayikê cuda ne. Lê belê di encamê de hemû balê dikişînin ser keda dayikan û fedakariya wan di hemû aliyên jiyanê de.

Dîrok cuda ne û nêrîn yek e: Cejna Dayikê
Dîrok cuda ne û nêrîn yek e: Cejna Dayikê
13 gulan, 2024   06:17
QAMIŞLO 
MEDYA HENAN

Li cîhanê gelek dîrokên pîrozkirina Cejna Dayikê hene. Lê belê armanc her yek e. Ew jî bibîranîna keda dayikan û fedakariya wan e. Ev cejn bi bûyerên dîrokî, mirovî, efsaneyî û olî ve jî girêdayî ye.

Li Sûriyeyê roja 13'ê Gulanê weke Cejna Dayikê hat hilbijartin. Ew dîrok jî xwe dispêre pûlê ku li ser 13ˊê Gulana 1955ˊan heye û li ser pûlê wêneyê dayikekê, zarok û pirtûk di dest de heyeev pûl di serdema Haşim Etasî de di wîlayeta wî ya sêyemîn bo Komara Sûriyeyê hat derxistin. Lê heta roja îro sedema hilbijartina vê dîrokê nehat bibîrxistin.

Gelê Sûriyeyê heta salên q980'yan ev cejn di vê rojê de pîroz dikir. Lê di 1988'an de serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz Esed bi biryara 104'an roja 21'ê Adarê ku roja cejna Newrozê ye wek betlane ragihand. Lê ne ji bo pîrozkirina Newrozê ji bo cejna Dayikê kir betlane. Wî xwest bi vê biryarê gelê Kurd li Sûriyeyê tune bike.

Di 2020'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryara 18'an Cejna Dayikê vegerand roja wê ya resen anku 13'ê Gulanê. Ji wê rojê ve rêxistin û tevgerên jinan ên herêmê çalakî û pîrozbahiyan li dar dixin.

Li welatên cîhanê wek Spanya, Portogal, Macaristan û Afrîkaya Başûr 1'ê Gulanê wek Cejna Dayikê pîroz dikin. Li Almanya, Awustirya, Swîsra, Holanda, Fînlanda, Tirkiye, Japonya, Kanada, Awstralya, Berazîl, Îtalya, Danmark û Belçîka jî roja 2'yê Gulanê pîroz dikin. Amerîka jî roja 12'ê Gulanê wek Cejna Dayikê pîroz dike.

Li Hindistanê pîrozbahî 10 rojan didomin û ji 12'ê Gulanê de dest pê dikin.

Li Brîtanyayê yekşema dawîn a meha Adarê wek Yekşema Dayikê tê pîrozkirin. Li Nowrîcê jî yekşema duyemîn tê pîrozkirin ku ew welatê tekane yê ku Cejna Dayikê di Sibatê de pîroz dike. Li Swêd yekşema dawîn a Hezîranê û li Fransayê yekşema pêşîn a Hezîranê wek Cejna Dayikê tê pîrozkirin.

Li Rojhilata Navîn, pîrozkirina Cejna Dayikê di serî de li Misirê dest pê kir. Paşê di salên 1950'î de derbasî dewletên Ereban bû. Dîroka pîrozkirina wê rojê vedigere dema ku nivîskarê rojnamevan Elî Emîn di gotareke xwe de behsa pîrozkirina Cejna Dayikê kiriye. Ew gotar li xweşiya gelek xwîneran hat û roja 21'ê Adara 1956'an li Misirê yekemîn Cejna Dayikê hat pîrozkirin.

(mh)

ANHA