Li Tebqa û gundên wê hemleyên dezenfektekirinê berdewam in

Piştî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kes bi nexweşiya Koronavîrusê ketin, Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a herêma Tebqayê xebatên dezenfektekirina giştî zêde kirin.

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan bi rêya tîmên dezenfektekirinê yên şaredariyên navendî û şaxî hemleyên dezenfektekirinê li navenda bajar û cihên giştî, nexasim li sûkên bazirganî û cihên kombûnan didomîne.

Hevseroka Şaredariya Gel a Tebqayê Fatme Elûş tedbîrên ku şaredariyê di vê demê de ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmê girtiye, eşkere kirin û wiha got: "Di destpêka meha Adarê de şaredariyan dest bi dezenfektekirinê kiriye. Lê belê piştî tomarkirina rewşên Koronavîrusê li herêmên Rêveberiya Xweser asta xebat û tedbîrên ku şaredarî pêk tîne, zêde bûn. Erebeyên ku ji derve dikevin hundirê bajêr tên dezenfektekirin."

Tîmên dezenfektekirinê yên girêdayî şaredariya gel a ku piştî biryarên Şaneya Aloziyê di demeke berê de hatibûn avakirin, ji 30 karkeran pêk tê. Her wiha li rex wê jî foca agirkujiyê heye ku kolanên sereke û şaxî yên li taxan dezenfekte dike.

Tîmên dezenfektekirinê di saetên şevê de sûkan, deriyên dikan, pencereyên firinan û mizgeftan dezenfekte dikin.

Fatme Elûş di berdewama axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku xetereya vê merheleyê binasin û li gorî tevahî tedbîrên Şaneya Aloziyê yên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê tev bigerin.

Der barê dezenfektekirina saziyên giştî de, Şaredariya Gel plan û bernameyên heftane ji bo dezenfektekirina tevahî saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî danîne. Her wiha ev sazî di hefteyê de zêdetirî carekê tên dezenfektekirin.

Fatme Elûş wiha da zanîn: "Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan bi hevkariya  Komîteya Tenduristiyê, li ser dabînkirina tevahî madeyên guncaw ên dezenfektekirinê, ji madeyên kîmyawî, cil, maskên gazê û lepikan, dixebite."

Şaredariyên gel ên şaxî yên li gundewarên rojhilat, bakurê rojava li ser dezenfektekirina sûkên bazirganiyê yên li gundan dixebite, her wiha hemleyên zanabûna şêniyan a li ser dûrketina civakî û pêkanîna tevahî rêbazên aştî, tenduristî û civakî pêk tînin.

Şaneya Aloziyê ya Tebqayê gelek biryar, jê girtina dergeha Tebqa, ji bilî rewşên nexweşî û tevgera bazirganiyê, dan, her wiha biryara girtina tevahî cihên kombûnên şêniyan mîna qehwexane, holên şahî, avjenîgeh û hwd dan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din