Rojnameyên erebî: Ji bo serokatiya parlamentoya Iraqê lihevkirin li ser El Meşhedanî çêbûye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da rewşa Iraqê, têkiliyên Misir û Îranê, her wiha hewldanên Misirê yên agirbestê li Xezayê.

Rojnameyên erebî: Ji bo serokatiya parlamentoya Iraqê lihevkirin li ser El Meşhedanî çêbûye
14 gulan, 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê ’El Meşhedanî namzetê serokatiya parlamentoya Iraqê ye, biryar di destê çarçoveya hemahengiyê de ye’ weşand.  Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên siyasî yên Iraqê girtine, piştî vekişîna namzetê bloka ’Teqedum’ ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî û vekişîna namzetê tevgera ’Ezm’ ya bi serokatiya Xemîs Xencer, bolkên suna li ser hilbijartina El Meşhedanî yê ji ’Tevgera Sedara’ li hev kirine.

Di dewama nûçeyê de hat destnîşankirin ku Çarçoveya Hemahengiyê (piraniya blokên wê şie ne) ji bo hilbijartina El Meşhedanî helwestên êrênî nîşan dan û hate gotin: "El Meşhedanî pitşgiriyê dide hikumeta Mihemed Şiya El Sûdanî û dixwaze li ser serokê parlamentoyê li hev bike daku budce di zûtirîn dem de bê erêkirin. Ji bo El Meşhedanî ev gav gelek girîng e ku derfetê dide tevahî blokên hemahengiyê ku finanseyên pêwîst ji projeyên xwe re di bin sîwana hikumetê de bi dest bixin."

’ALOZIYÊN LI HERÊMÊ… GELO WÊ NAKOKIYÊN QAHÎRE Û TEHRANÊ BI DAWÎ BIBIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser têkiliyên Îran û Misirê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku nixandinên siyasî nîşan didin ku lihevkirinek di navbera Qahîre û Tehranê de çêbûye.

Di rojnameyê de hat bibîrxistin ku wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan roja Şemiyê ji ajansa IRNA re behsa ’Nerîneke stratejîk a diyalog û tevgeriyê bi Misirê re’ rekiribû. Her wiha hat diyarkirin ku hevdîtin û pêwendiyên di navbera rayedarên her du welatan de nîşaneyên lihevkirineke siyasî û xurkirina têkiliyan didin.

’JI HEWLDANÊN MISIRÊ YÊN VEJANDINA DIYALOGAN HÊVÎ NIN IN, DYA DÎSA SERHIŞKIYÊ DIKE’

Rojnameya El Ixbar a Lubnanê cih da hewldanên Misirê yên pêkanînna agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de. Hate diyarkirin ku berdewama êrişên Îsraîlê yên li ser bajarê Refehê yê başûrê Xezayê rewş aloztir kiriye. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên misirî; Qahîre xwest ji bo agirbesteke mirovî careke din rûniştinên diyalogan pêk werin, lê Îsraîlê ev daxwaz red kir, DYA’yê jî rasterast destekê dide operasyonên diyarker ên li hundirê Refehê.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Doza deriyê sînor ê Refehê yê li aliyê Filistînê ku Îsraîlê xistiye bin kontrola xwe bibû cihê nakokiyên mezin ên Misir û Îsraîlê. Rayedarên îstixbarata Misirê hewl didin deriyê sînor li gorî mekanîzmeyeke diyarker û bêyî tevkariya rasterast a bi Îsraîlê dîsa bixebitînin. Lê dan û standinên Misir û Îsraîlê yên li ser astên leşkerî û îstîxbaratî xetimî ne."

(bb)