Li Misirê 1450 kes bi Koronayê ketine, 94 kes mirin

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku hejmara kesên bi Koronvîrûsê ketine gihaştiye hezar û 450 ‘î û 94 kes jî mirin.

Li gorî agahiyên ku şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid dane, hejmara kesên bi vîrusa nû (Covid -19) ketine derket 427‘an. Di nav de rewşa 179 kesan baş bûye.

Mucahid diyar kir ku 128 kesên nû bi vegirtina vîrûsê hatine tespîtkirin û hemû misirî ne. Hinek ji wan ji derve hatine welêt. Mucahid bal kişand ser ku 9 kesên mirine.

Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku nexweşên bi vîrusê li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin û destnîşan kir ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusê hatine tespîtkirin heta roja îro gihaştiye hezar û 450 kesî. jê 276 kes sax bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 94 kes mirin.

Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê Dr.Hala Zayid diyar kir ku di çarçoveya plana dewletê ya li dijî Koronavîrusê de wê nexweşên rewşa wan hêsan e û yên jêrî 50 saliyê ne û kesên ku rewşa wan aram e bişînin Beyt El-Şebab di bin çavdêriya Wezareta Tenduristiyê û Niştecihbûnê de ne.

Hala diyar kir ku ev kesanan 5 rojan di bin çavdêriyê de man û rewşa wan a tenduristiyê hate nirxandin.

(şx)


Mijarên Din