3 endam bo Meclisa Jinan a PYD'ê hatin hilbijartin

Meclisa Jinan a PYD'ê ya kantona Efrîn û Şehbayê di konferansa xwe ya yekemîn de 3 endamên bo Meclisa Jinan a PYDˊê hilbijartin.

12 gulan, 2024   22:13
ŞEHBA

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Efrîn û Şehbayê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma "Bi rêxistinkirina jinan û civakê em azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger dikin" li hola Mîtan a navçeya Ehdas li dar xist. Di konferansê de endamên meclisan û yên Meclisa Jinan a PYD'ê beşdar bûn. 

Di serî de rêvebera Meclisa Jinan a PYD'ê ya Efrîn û Şehbayê Velantîna Ebdo axivî û got: "Ruxmî hemû astengiyan em vê konferansê li dar dixin. Bi îradeya xwe em ê tevahî planên dimin têk bibin. Em ê li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebata xwe fireh bikin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Sureye Hebeş got: "Em çiqas bikin jî em nikarin deynê Rêbertî, şehîdan bidin. PYD'ê partiya şehîdan e. Pêwîst e jin bibin xwedî rolên girîng. Bi sedan şehîdên me wek şehîd Ronahî, Zîlan û Rûken hene. Pêwîst e malbatên şehîdan jî cihê xwe di Meclisa Jinan a PYD'ê de bigirin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantonê Gulê Mihemed destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin bûn pêşeng û tecrûbeya wan a li Rojavayê Kurdistanê nîşana wê yekê ye.

Endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Zaxo Hisên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û endama Nivîsgeha Ragihandinê ya PYD'ê Yasmîn Reşîd rapora 2 salan a meclisê xwend.

Piştre beşdaran li ser rapora salê û plansaziya meclisê ya bê nîqaş kir.

Di dawiya konferansê de 3 endam bo Meclisa Jinan a PYD'ê hatin hilbijartin. Ew jî ev in: Zeyneb Hesen, Yildiz Mûsa û Wehîde Xelîl.

(mh)

ANHA