Belgeyên ji bo namzetbûna hilbijartinên şaredariyan tên xwestin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê belgeyên ji bo namzetbûna hilbijartinanên şaredariyan tên xwestin diyar kirin.

Belgeyên ji bo namzetbûna hilbijartinên şaredariyan tên xwestin
12 gulan, 2024   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî komîseriyê belgeyên tên xwestin ev in:

1- Kopyeke ji îsbata şexsî /nasname- lênûsa malbatê - derxistina qeydê/.

2- Kopyek ji bawernameya xwendinê, eger hebe.

3- Belgenameyeke nû ya rûniştinê ku 5 salan rûniştinê di daîreya hilbijartinê de diyar dike (ji Meclisa Sivîl a wê daîreyê derketibe).

4- Daxwaznameya nivîskî ya nemzatbûnê.

5- Belgeya dayîna pereyên namzetbûnê (serbixwe - partî)

6- Karmendên şaredariyan û desteya xizmetguzarî yên daxwaznameyên namzetbûnê pêşkêş kirine, beriya hilbijartinan bi hemekê heta derketina encaman, ji kar tên rawestandin.

7- Ger karmendên edaleta civakî daxwaznameya namzetbûnê pêşkêş kir, dive berî mehekê ji hilbijartinan îsîfa kiribe.

8- Ger leşker bixwazin daxwaznameya namzetbûnê pêşkêş bike, divê destûra erêkirinê ji yekêneyên xwe pêşkêş bike.

9- Ger karmendên Rêveberiya Xweser daxwaznameya namzetbûnê pêşkêş bike, beriya mehekê ji destpêka hilbijartinan heta derketina encaman ji kar tê sekinandin.

10- Karmendên wek hevserokên meclis û hevserokên komînan ger namzetiya xwe dabin û di hilbijartinan de bi ser bikevin karê wan ê berê radiweste.

11- Pêwîst e hemû partiyên ku dixwazin beşdarî hilbijartinan bin lîsteya namzetên xwe pêşkêş bikin.

12-Divê belgeyeke edliyê ya ji Meclisa Edaleta Civakî ya kantonê derketiye, bîne.

13-Ev belge dikevin zerfeke girtî, li ser navê sêyem ê namzet û mijara namzetbûnê (hevserokatiya şaredariyê-endamtiya meclisa şaredariyê).

14-Wêneyên şexsî (takakesî).

(mh)