Pêşangeha 3ˊyemîn a Kulîlkan hat vekirin

Li kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pêşangeha 3ˊyemîn a Kulîlkan bi beşdariya 4 şitilgehên çandiniyê hat vekirin.

12 gulan, 2024   23:01
TEBQA

Desteya Jîngehê ya kantona Tebqayê û Navenda Çand û Hunerê Pêşangeha 3ˊyemîn a kulîlkan li dar xist. Di pêşangehê de bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê ya kantonê Amir Enad bixêrhatina beşdaran kir.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantonê Cemal Ebdulletîf lidarxistina  Pêşangeha 3ˊyemîn a Kulîlkan li şêniyên kantonê pîroz kir.

Ebdulletîf diyar kir ku armanc ji pêşangehê civak ji bo çandina kulîlkan were teşwîqkirin û şênî ji bo parastina jîngehê were hişyarkirin.

Piştre beşdar li nav beşên pêşangehê û 4 şitilgehên beşdar bûne, gerîn.

Li pêşangehê gelek cûreyên kulîlkan hatin pêşandan.

Li kêleka wê, beşek ji bo tablo û karên hunerî yên Navenda Çand û Hunerê li ser bedewiya xwezayê û xêzkirina li ser keviran hebû.

Di roja yekemîn de hunermend Yasmîn Mihemed û Ehmed Zehrawî stran gotin.

Çaverê ye pêşangeh 3 rojan bidome.

(mh)

ANHA