ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2024
13 gulan, 2024   02:00

 Keşe û melayên li Qamişloyê anî ziman ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina olan pêk hatiye û got “Abdullah Ocalan banga aştî û biratiya gelan dike, fikra wî em anîn ba hev.”

Rewşenbîran li kantona Cizîrê diyar kir ku PDK`ê ders ji dîroka Kurdan negirtiye û tev li lîstokên dijmin dibe. Rewşenbîran bang li rewşenbîrên Kurd û siyasetmedaran kir ku li hember dagirkeriya Tirk dengê  xwe bikin yek.

Li cîhanê dîrokên pîrozkirina Cejna Dayikê cuda ne. Lê belê di encamê de hemû balê dikişînin ser keda dayikan û fedakariya wan di hemû aliyên jiyanê de.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Minbicê de heta niha 200 hektar zeviyên çandiniyê û 3 hezar darên zeytûnan şewitîne. Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan şerê debara wan dike.

Zarokên Koma Şehîd Mervan a navçeya Dirbêsiyê bi qirikên xwe yên biçûk, bi afirîneriyeke balkêş tev li qada huner û stranan bûye.

Xelkê bajarê Şedadê cenazeyên şehîd Mihemed Cuma El Receb û Elî Silêman Ilêwî li goristana şehîdan oxir dikin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star û Mala Jinan a Hesekê li navenda Kongra Star der barê şermezarkirina qetilkirina jinan de daxuyaniyekê didin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)