​​​​​​​Jinên siyasetmedar bang li civaka navneteweyî kir

Siyasetmedarên jin bang li aliyên peywendîdar kir ku têkildarî belgekirina sûcên şer ên  artêşa Tirk a dagirker li dijî gel û jinan pêk anîne, komîteyek ava bibe û serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne, di heman demê de li hundirê Tirkiyê jinên siyasetmedar, mafnas û rojnemevan rojane têne biçavkirin û çewisandin.

Koodînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat têkildarî siyaseta Tirkiye axivî û ev yek got: "Êdî her kes nêzîkatiyên dewleta Tirk dibîne, ji ber ji destpêka Şoreşa Sûriyê destwerdana kar û barê Sûriye dike û mînaka vê yekê dewleta Tirk xala xwe kiriye cihê perwerdekirina çeteyên DAIŞ`ê û wan dişîne Sûriyê."

Lîna Berekat diyar kir ku dewleta Tirk bi navên cuda komên çeteyan ava kirine û hewl da li dijî welatiyên Sûriyê sûcan pêk bîne û herêmên Sûriyê dagir kir û bi ser xaka Tirkiyê vekir. Ji ber nakokî di navbera daxuyaniyên diweşîne û kiryarên li ser rûyê erdê pêk tê, lewra piştgiriya Tirkiyê ji komên çeteyan re bi serê xwe sûcek e û divê têkildarî vê yekê were cezakirin.

Lîna Berekat bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji kesên sûc li dijî jinan pêk anîne bixwaze û belge bike.

"TIRKIYE PARASTINA PENABERÊN SÛRÎ NAKE"

Têkildarî bangên rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lîna Berekat ev yek li gotina xwe zêde kir: "Mixabin heta niha aliyên peywendîdar ên mafên mirovan li bangên jinan guhdarî nekiriye û kêm kêm sûcên dewleta Tirk pêk tîne di raporan de têne eşkerekirin." Lîna got ku ji bo piştgiriya mafên jinan û şermezarkirina sûcên artêşa Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, ew semîner, panel, kongreyan û diyalogan li dar dixin.

Lîna Berekat da zanîn ku Tirkiye parastina jinên sûrî yên li Tirkiye nake, bi darê zorê kesên temen biçûk dizewicîne û koletiya zayendî dimeşîne, ji ber vê yekê divê dosyên sûcên Tirkiye pêk tîne werin amadekirin, rêxistinên mafên mirovan jî bibin alîkar da ku ev sûcên wan radestî dadgeha navneteweyî werin kirin.

ꞌBERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ YÊN HEVBEŞ, PIŞTGIRIYA TIRKIYÊ DIKINꞌ

Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî û wiha pê de çû: "Diyar e ku li herêmê berjewendiyên navneteweyî yên hevbeş piştgiriya Tirkiyê dikin, gelek dosya di destên Erdogan de hene û dikare bi van dosyayan zextê li dewletên zilhêz bike da ku çavên xwe li ser sûcên ku pêk tîne, bigirin. Dewleta Tirk ne tenê destwerdana Sûriyê dike, lê belê îro roj destwerdana Lîbyayê û şerê di navbera Azerbaycanê û Ermenistanê jî dike."

ꞌTIRKIYE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKEꞌ

Endama Koodînasyona Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corcêt Bersûm axivî û got ku karê herî dawî ku Komîteya Şopandina rastiyan ya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan pê rabûye, belgekirina hin sûcan e, lê ew jî beşekî biçûk bû.

Corcêt Bersûm destnîşan kir ku dewleta Tirk xwe li ser sûcên li dijî gelê herêmê pêk tîne, ava kiriye, ji ber dîroka wê diyar e û li herêmên Lîbyayê, Yewnanistanê û Ermenistanê siyaseta dagirkariyê berfirehtir dibe.

Corcêt Bersûm got ku dewleta Tirk navên sûrî û ermeniyan dike "zarokên şûr an jî bermahiyên şûr" ev jî ji bo pêkhateyan pêk ve xeternak e.

Corcêt bang li saziyên navneteweyî, saziyên mafên jinan kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin, serdana herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dagirkirin, bikin û sûcan belge bikin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din