Ji Fermandariya Giştî ya QSD`ê daxuyanî

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD`ê, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku têkildarî hin xalên hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew bi fikar in.

Daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Giştî ya QSD`ê wiha ye:

"Wezîrê Parastinê yê Rûsya birêz Sergey Shoigu û Serokê Erkanê Artêşa Rûsya birêz Valery Gerasimov bi awayekî dîmen bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî axivin. Her du aliyan encamên hevpeymana Sochi ya di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di 22 meha Cotmehê de li Sochi hatiye lidarxistin, nîqaş kirin.

Fermandarê Giştî ya QSD`ê spasiya xwe ji bo Serokê Rûsya Vladimir Putin û yekitiya Rûsya ji bo karê wan a bidawîkirina şer li herêmên me û dûrxistina sivîlan ji karîsetan, anî ziman.

Her wiha fermandarê giştî fikarên xwe der bare hin xalên hevpeymanê anî ziman ku pêwîstiya wê bi nîqaş û diyalogê heye da ku nêrînên wan nêzik hev bin."

(kc)


Mijarên Din