Di 11`ê Mijdarê de 2 teqîn li kolana El-Wedhê ya bajarê Qamişlo rû dan. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 40 kes birîndar bûn ku birînên hinekan giran bûn.
3 birîndar ji bo dermankirinê rakiribûn Başûrê Kurdistanê. Di nava wan de ciwanê bi navê Amir Mihemed Seîd El-Elî duh çarşemê di nexweşxaneyeke Başûrê Kurdistanê de şehîd bû.
ANHA