Wezîrê Karên Derve yê Îngiliz: Me firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandine

Wezîrê Karên Derve yê Îngiliz Domînîc Raab diyar kir, ku wan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandine, ji ber ku dibe ku wan çekan di êrîşên dagirkeriyê de bi kar bîne. Her wiha êrîşa Tirkiyê bê istiqrar li herêmê çêkir.

Raab li parlamentê axivî û got, "Firotina çekên leşkerî yên ku Tirkiye dikare di vê operasyonê de bi kar bîne hatiye rawetandin. "

Fînlandiya, Norwêc, Hollanda, Elmanya û Fransayê beriya niha firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandibûn. Yekîtiya Ewropayê jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kiribû, biryar wergirtibû ku di asta neteweyî de ji bo firotina çekan hîn bêhtir tedbîrên tund bên wergirtin.


Mijarên Din