Ji KCK’ê peyam ji bo kongreya Kongra Îslama Demokratîk

KCK’ê di peyama xwe ya ji bo kongreya 3’yemîn a Kongra Îslama Demokratîk de diyar kir ku îslama demokratîk dikare çareseriyên zêrîn ji pirsgirêkên ometa îslamê re peyda bike.

Ji KCK’ê peyam ji bo kongreya Kongra Îslama Demokratîk
12 gulan, 2024   14:21
QAMIŞLO

Kongreya 3’yemîn a Kongra Îslama Demokratîk li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dewam dike.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê peyamek ji bo kongreyê şand.  Endama Kongra Îslama Demokratîk Evîn El Hecî peyam xwend.

Di peyamê de kongrê hat pîrozkirin û hêviya serketinê jê re hat xwestin. Hate gotin: "Baweriya me bi hêza we heye. Hûn di aliyê olî de xizmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û di kongreya xwe ya sêyemîn de pirsgirêkên girîng nîqaş dikin û biryaran didin ku karibin ji tevahî pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê re bibin çareserî. Her wiha em bi we bawer in ku dê asta têkoşîna demokratîkbûna Sûriyeyê bilind bikin."

Di peyamê de têkildarî aloziya Sûriyeyê, rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev nirxandin hatin kirin: "Şer û alozî berdewam in. Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Heta niha tu hêzên herêmî, an xwcih an jî navneteweyî tu proje an çareseriyên demokratîk ji aloziya Sûriyeyê re pêşkêş nekirine. Tenê tevgera azadiya gelan projeya xwe ya çareseriyê an ku projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Ev projeya demokratîk bi awayekî şînber di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  de diyar dibe. Ji saziyên ku bi pêkanîna erk û berpirsyariyên xwe li gorî hevpeymanê hatiye erkdarkirin, Meclisa Ol û Baweriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku Kongra Îslama Demokratîk endamekî wê yê sereke ye. Kongra îslama Demokratîk li pêşiya erk û berpirsyariyên nû ne. Li ser vî esasê em baweriya xwe bi hêza we nû dikin ku hûnê karibin mijar û pirsgirêkên girîng nîqaş bikin û bi biryarên girîng tacîdar bikin."

Di peyamê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên sereke; doza înkaririna hebûna û nasnameya gelê Kurd û Kurdistanê û doza neqebûlkirina nasnameya siyasî ya gelê Filistînê ya li ser xaka xwe hene. Hat diyarkirin "Wekî Tevgera Azadiya  em dibînin ku her du pirsgirêk bi rêya projeya neteweya demokratîk çareser dibin. Li ser vî esasî em ekrên xwe yê olî li hemberî gelê herêmê pêk tînin. Em di wê baweriyê de ne ku îslama demokratîk  dê çareseriyên zêrîn di serî de ji bo gelên Kurd û Filistînê ji pirsgirêka ometa îslamê re peyda bike. Projeya demokratîk dikare çarerseriyên zêrîn ji pirsgirêkên navxweyî yên gelê Ereb re jî peyda bike."

Di dewama peyamê de behsa hilbijartinên şaredariyan ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibin hat kirin û hate gotin: "Di heftyên li pêşiya me dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijaritnên rêveberiya xwecih çêbibin. Bê guman rola zanyarên ola îslamê li herêmê di serxistina hilbijartinan de girîng e. Ji meleyên tevahî mizgefên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin rola xwe ya zanekirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nîşandana rêya xêrê bi cih bînin."

Di dawiya peyamê de hate goitn: "Em bi hêvî ne ku Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikirê xwe, bi jêhatîbûna xwe û rola xwe ya çalak deriyên nûbûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn veke."

(bb)

ANHA