Rêxistina Amerîkî ya rizgarkirina birîndaran: Alîgirên dewleta Tirk derfet nadin ku em derbasî Serêkaniyê bibin

Bijîşkê rêxistina ‘Free Burma Rangers’ got ew niha nêzî bajarê Serêkaniyê ne, lê çeteyên dewleta Tirk herêmê topbaran dikin û derfetê nadin ku derbas bibin û birîndaran derman bikin.

Tîmek ji bijîşkên rêxistina Free Burma Rangers a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd berê xwe da bajarê Serêkaniyê da ku birîndarên di Nexweşxaneya Roj de rizgar bikin û derman bikin. Nexweşxane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin û dagirker û çeteyên wê derefetê nadin ku tîmên tenduristiyê derbasî bajêr bibin.

Bijîşkê bi navê David Youbang ji rêxistina Free Burma Rangers got ew niha li gundê Esediyê ne lê artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên alîgirê wê derfet nadin ku derbasî bajêr bibin û birîndaran rizgar bikin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurdî Cemîla Hemê got 3 erebeyên ku bijîşk di wan de ne, dixwazin derbasî bajêr bibin lê çeteyên Tirkiyê herêmê topbaran dikin û derfetê nadin ku derbas bibin.

Rêxistina Free Burma Rangers rêxistineke Amerîkî ye sivîl û birîndaran ji herêmên şer derdixe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din