Rêveberiya Xweser êrişa li dijî Qamişlo şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa li dijî bajarê Qamişlo şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku girîngî bide xebatên tunekirina terorê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, êrişên bi erebeyên bombeyî yên ku li kolana El-Wihdê ya bajarê Qamişlo pêk hatin û qetilkirina keşeyê eremenî şermezar kirin û sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê rolek di astengkirina xebatên tunekirina terora DAIŞ`ê de list, ji ber wê komên tundraw dest bi êrişên xwe li herêmên ewle û jîngehan kir.

Rêveberiya diyar kir ku Tirkiyê berpirsariya xwe ji van êrişên ku sivîlan bê cudahî kirine hedef werdigire û got "Teqînên li Qamişlo rû dane û di encamê de 6 kes şehîd bûn û zêdetirî 40 kesî birîndar bûn, ew berewama êrişên Tirkiyê ye û armancên wê yek in."

Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir teror tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef, "Li herêmên Til Temirê û derdora wê pêkhateya xiristiyan ji Asur û Suryan li pêşberî qirkirinekê ji hêla çeteyên girêdayî Tirkiyê ve rû bi rû ne. Di wê çarçoveyê de îro Hosip( Ibrahîm Hena Bêdo) keşîşê dêra Ermenên Katolîk a Qamişlo û bavê wî Hena Pêdor û El-Şemed Fadî Alber Sano bi guleyan ji hêla şaneyên rêxistina DAIŞ`ê li herêma Dêrazorê ve hatin qetilkirin."

Rêveberiyê di daxiyaniyê de bûyerên terorîst bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdên teqîna terorîst re xwestin.

Her wiha sersaxî ji pêkhateya Ermen re bi şehadeta keşîşê wê  û endamên dêr xwest.

Rêveberiyê di dawiya daxuyaniyê de bang li Hêzên Koalîsyona Navdewletî kir ku girîngî bide xebatên şerê li dijî terorê û rêgirtina li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê were girtin ên ku xizmeta terorê û komên wê dikin. Her wiha berdewamkirina parastina yekitiya gelê herêmê li hember hewldanên erzan û mezinkirina asta têkoşînê ji bo demoratîk, aştî û ewlehiyê teqez kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din