Ji rêxistinên jinan hemleya piştgiriya destkeftiyên şoreşa jinê

Bi armanca xurtkirina piştgiriya jinên cîhanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê û bersivdayîna hemû rengên dagirkerî û qirkirinê, rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleya komkirina îmzeyan ragihand.

Hemleya komkirina îmzeyan di çarçoveya hemleya “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em jin û jiyanê biparêzin” ku Kongreya Star bi hevkariya rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilêtê Sûriyê re dest pê kiriye de, pêk tê.

Hemle bi daxuyaniyeke nivîskî hate ragihandin û tê de wiha hate gotin:

Li seresasê baweriya me bi têkoşîn û fedekariyên jinên cîhanê ji bo azadiyê û edaleta civakî ji bo jinan, divê em fedekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, bi bîr bixin. Van destkeftiyan nirxekî zêdetir da têkoşîna jinan. Hemleya ku îro dest pê dikin, dê heta 25`ê Mijdarê dewam bike. Armanca hemleyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku dê tê de navên rêxistinên piştgiriyê didin hemleya me bên bibîrxistin. Ev hemle her wiha ji bo em piştgiriya rêxistinên jinan ên cîhanê ji bo destkeftiyên şoreşa jinê, bigirin û li dijî hemû rengên dagirkerî, qirkirin, împeryalîzm û faşîzmê bisekinin ku li gel bêdengiya  hemû rêxistinê hiqûqî yên cîhanê û bêdengiya navneteweyî pêk tên.”

Lingê avêtina îmzeyan jî wiha ye:

Rêxistinên ku îmze kirine ev in:

Kongreya Star

 Meclisa Jinên Sûriyê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk

Yekitiya Jinên Ciwan

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan

Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Komeleya Aştî ya Mirovî

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan

Rêxistina Mafên Mirovan

Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê

Rêxistina Maya

Rêxistina Doz a Civaka Sivîl

(cx)


Mijarên Din