Gelo ne ji mafê Rêveberiya Xweser e ku biryara xwe ya li hember ENKS’ê biguherîne?

Hevdîtina endamên ENKS’ê ya bi Mevlut Çavuşoglu re ne jixweber bû, lê belê nîşaneya eşkere ya berdewama têkiliya rasteqîn a di navbera ENKS’ê û dewleta Tirk de ye ku dijminatiya gelê herêmê dike. Pirsa xwe li vir dide pêş ev e; gelo ne ji mafê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku guhartinekê der barê biryara xwe ya vekirina buroyên ENKS’ê yên bêruxset ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne?

Dewleta Tirk di encama siyasetên xwe yên dijber, êrişên bênavber, dagirkirina beşeke mezin ji xaka herêmê û piştevaniya tevahî komên çete, di serî de DAIŞ’ê, yên ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an êrişî gelê herêmê kiriye, xetereyekê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike.

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di 15’ê Adara 2011’an de, alozî ber bi tevgera çekdarî, nakokiya li ser desthilatê û piştre nakokiya navdewletî ya bi encama destwerdana navdewletî, di serî de dewleta Tirk ku destwerdana Sûriyê kiriye û xeta jehrê ji opozîsyonê re hilbijartiye, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sêyemîn hilbijart.

Li aliyekî dîtir jî dewleta Tirk sînorê xwe ji derbasbûna çeteyên biyanî ya ber bi xaka Sûriyê ve bi koordînaya yekser bi istîxbarata xwe re, vekir. Her wiha di vî warî de bi sedan dosyayên ku torên çapemeniyê ku vê yekê piştrast dikin, hene. Ji wê zêdetir jî, hema dema lêgerîna di Googleyê de li ser têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê yan Tirkiye û El-Nusrayê, bi sedan sernavên rojnameyan ku hatine belgekirin, derdikevin.

Tevî piranî kiryarên qirêjî ku dewleta Tirk pêk anîne, dagirkirina beşek ji xaka Bakur û Rojhilata Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, xebata berdewam a hedefgirtina destkeftiyên şêniyên herêmê ye ku bi saya bi hezaran qurbanî ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi dest xistine, lê hê jî hin alî ji şêniyên herêmê hene ku têkiliya xwe bi dewleta Tirk re qut nekiriye mîna Meclisa Nîştimanî ya Kurd (ENKS).

ENKS ku li Başûrê Kurdistanê di 2012’an de hatiye damezirandin, ji 15 partiyan pêk dihat û piştre bûn 4 partî, tiştek ji gelê herêmê re heta ji doza Kurd re ku îdia dike ku xwedî lê derdikeve, pêk neaniye. Lê berevajî wê tevahî insiyatîfên ji bo yekitiya Kurdann, ji Desteya Kurd a Bilind ya 2012’an û heta lêvegera siyasî ya 2016’an bigire, bi bin xistin.

Tevî reva ENKS’ê ji tevahî însiyastîfên ku dest pê kirine, tevlêbûna wê ya îtîlafa Sûriyê ya opozîsyoner ku li dewleta Tirkiyê hatiye avakirin ku girêdayî wê ye û wek devê topê ya kombûna çeteyên ku beşdarî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, lê şêniyên Rojava hêvî dikir ku li rastiyê vegere û ximzeta gelê xwe bike. Ji lew re gelek însiyatîf di 2019’an de ji hêla rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hunermend, rewşenbîrên Ewropayê û Fermandariya Giştî ya QSD’ê ve hatin destpêkirin.

Mîna însiyatîfeke başbûna niyetê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku Meclisa Nîştimanî ya Kurd buroyên xwe li herêmê piştî ku ji ber nepêkanîna qanûnan hatiye girtin, veke. Her wiha Rêveberiya Xweser tevahî tawanbariyên li dijî rêveberên meclisê rakirin, bi rastî partiyên Meclisa Nîştimanî dest bi vekirina buroyan li Herêmên Cizîrê û Firatê kir. Lê kolana kurdî jî li benda pêngaveke din ji aliyê meclisê ve bû ku li ser maseyekê bi partî û hêzên Kurd re rûnin. Lê belê yê ku meclisê kiriye ne di texmînan de bû ku endamên wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re di 19’ê Sibatê de rûniştin û dengê şêniyên Kurd ê ji bo yekitiya Kurdan, têk bir.

Hevdîtina endamên Meclisa Nîştimanî ya Kurd (ENKS) a bi Mevlut Çavuşoglu re ne jixweber bû, lê belê nîşaneya eşkere ya berdewama têkiliya rasteqîn a di navbera meclis û dewleta Tirk de ye ku dijminatiya gelê herêmê dike. Her wiha pirsa xwe li vir dide pêş, gelo ne ji mafên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku guhartinekê der barê biryara xwe ya vekirina buroyên ENKS’ê yên bêruxset ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne û lêvegerekê li ser nêrîna xwe ya biryara tawanbariyên li dijî rêveberên meclisê de bike? Ji ber ku kî dan û standinan bi dijmin re bike, dijmin e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din