Derar: Astanayê xeta şoreşê guharî û komîteya destûrî temenê hikumeta Şamê dirêjtir dike

Hevserokê MSD'ê got ku encamên hemû civînên Astanayê xeta şoreşa Sûriyê guhart û destnîşan kir komîteya destûrî binketî ye û temenê hikumeta Şamê dirêjtir dike.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî derbasbûna 4 salan di ser destpêkirina civînên Astanyê re yên di navbera Rûsya, dewleta Tirk û Îranê de ji ANHA'yê re axivî.

Riyad Derar di destpêka axaftina xwe de got: "Em bi vexwendina Astana û kongreya Soçî ne rihet bûn, ji ber ku me tê de hewldanên girêdana opoziyona Sûriyê bi ajandeyên rejîmê ve dît. Her wiha tê de hewldana komkirina pirsgirêka Sûriyê hate kirin. Ev yek heta niha tê meşandin. "

Derar da zanîn ku ku operasyonên sivikkirina şer û parçekirina Sûriyê bi rêya gerên Astanayê û bi rêya tesfiyekirina opozisyonên çekdarî pêk hat.

Derar bi domdarî got: "Çeka ku ket dest opozisyonê bû aktora guhertina wêneya rasteqîn a opozisyona ku bi demê re veguherandin wêneyeke terorîst û hişt ku cehwerê opozîsyonê biheje. Ev yek encamên lawaiya têgihiştina opozisyonerên sûrî û nesazbûna xebatê opozisyonê ye."

MSD`Ê CUDATIR E

Têkildarî siyaseta ku MSD`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, Derar diyar kir ku di nava sîstema Meclisa Sûriya Demokratîk de wan mekanîzmeyeke ji ya opozisyonê cudatir hilbijartine, ji ber vê yekê di qada navneteweyî de wekî îtîrafekê pê çêbû, lê dîsa jî ne li gorî ku tê xwestin û ne li gorî asta geşedanan e jî.

QSD`Ê LI  DIJÎ DAIŞ`Ê SEKINÎ

Riyad Derar eşkere kir ku QSD`ê li dijî terora DAIŞ`ê û hevalbendên wê disekine û wiha domand: "Me bi hev re ji bo avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar kir. Bi vê yekê me rûyê rastîn ê Sûriya pêşerojê û Sûriya nû diyar kir. Li ser vê esasî Astanayê her tim li dijî vê projeyê disekinî û wê wekî projeya parçekirinê wesif dikir."

Derar anî ziman ku  her sêaliyên Astanayê Rûsya, Tirkiye û Îranê ji berê ve û heta îro bi Amerîkayê re bi nakok in, ji ber vê yekê opozisyon li kêleka her sêaliyan sekinî û li gorî ferman û xebata wê tev geriya.

Hevserokê MSD`ê di  nava axaftinên xwe de bal kişand ser binketina gerên Astanayê û wiha domand: "Binkeftina Astanayê destpêkê encamên guhartina  xeta şoreşa Sûriyê ye û ya duyemîn jî dûrkirtina wê ji biryarên Cinêvê ye. Di heman demê de binkeftina wê ji ber dûrketina wê ji rêvebirina nakokiyan e ku ji armanca giştî zêdetir ber bi beşî ve bû, ji lew ra bi komîteya  bi navê destûrî ve bi dawî bû."

KOMÎTEYA DESTÛRÎ BERÊ Û NIHA JÎ BINKETÎ YE

Riyad Derar di berdewamiya gotina xwe de bi lêv kir ku komîteya destûrî ya ku di encamên gerên Astanayê de derketî ye û wiha domand: " Ji berê ve û heta niha jî di bingeh û encamên xwe de binketî ye, di rêgehên xwe de jî binketîye, ji ber ku demê dide rejîmê da ku ber bi hilbijartinên serokatiyê ve biçe. Ev hilbijatin jî dê bi xwe re temenê hebûna hikumetê dirêjtir bike û hikumê serokatiya wê nû bike û bi vî awayî dê careke din bibe serkêşê gefxwarina li gel û betalkirina şoreşa wî."

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di pêvajoya rêgehên şoreşan de Sûriye bû derseke binketî û xetekê dide nîşankirin ku tişta tê xwestin ew e ku gel di bin hikumê dewlet, rejîm û hikmekî diyarkirî de bimîne, her wiha girêdayî ajandeyan be û dûrî siyaseta ku banga azadî rûmetê dike, bikeve."

(eh)

ANHA


Mijarên Din