Yekeyên ewlehiyê yên li Eyn Îsa yê: Em ji bo we li virin, di mal de bimînin

Hêzên Asayîşê, Hewarî û Tirafîkê yên Eyn Îsayê hemû wextên rojê ji bo ewlehiya şêniyan li bajêr dewriyeyan digerin. Yekeyên ewlehiyê bang li gel kirin ku li malên xwe bimînin.

Ji roja ku li Eyn Îsayê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin heta niha hêzên Asayîş, Hewarî û Tirafîkê ji bo parastina tenduristiya gel her cûre tedbîran digirin. Yekeyên ewlehiyê bang li şêniyan dikin ku li malên xwe bimînin. Yekeyên ewlehiyê li nuqteyên asayîşê pankarên “Em ji bo we li virin, tenduristiya xwe biparêzin”, “Li mal bimîne û tenduristiya xwe biparêze” bi zimanên Kurdî û Erebî daliqandine.

Endamê Hêzên Asayîşê yê Eyn Îsayê Muslum Reşo got: “Divê gelê me li ewlehiya xwe agahdar be. Em jî ji bo vê li vir in. Tişta ku em ji gelê xwe dixwazin ew e ku kes ji mala xwe dernekeve. Heta ku ev vîrus xilas be bila alîkariyê bidin me.”

‘EM XWE LI HEMBER VÎRÛSEK DIJMINÊ MIROVAHIYÊ BIPARÊZIN’

Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Şêx Hesen diyar kir ku ev vîrûs xeter e û dijminê mirovahiyê ye û got: “Biryarên ku Rêveberiya Xweser girtine pêk tînin. Em di nava rojê de dewriyan digerin. Li gorî biryarên ku hatine girtin lêgerîn tê kirin. Em ji ewlehî û tenduristiya gel berpirsyar in. Divê em belavbûna vîrûsê asteng bikin. Ji beriya ku bandorek mezin bike divê em pêşiya wê bigirin. Em ji ber ewlekarî û tenduristiya gelê xwe li vir in.”

‘EM JI BI GELÊ XWE JI VÎRÛSÊ BIPARÊZIN LI SER KARIN’

Yek ji rêveberên Hêzên Hewarî Giyager Hiso jî wiha axivî: “Armanca avabûna me parastina gel e. Ji ber wê jî em xizmeta gel dikin. Di bajaran de ji bo parastina gel çi pêwîst bike em ê bikin. Ji bo wê jî em 24 saetan di xizmetê de ne û li dewriyan in. Niha jî li ser gelê me tehdîda vîrûsê heye. Ji bo em li dijî vîrûsê têbikoşin em dewriyan digerin. Ji bo em gelê xwe ji vîrûsê biparêzin dixebitin. Divê gelê me di vê mijarê de baldar be, derkeneve ji derve.”

Endamê Hêzên Hewarî Hemet jî ev tişt anî ziman: “Ji bo em pêşiya belavbûna vîrûsê bigirin, em bi şev û roj li kolanan, navenda sûkê, taxa û rêyan dewriyeyan pêk tînin. Divê gelê me li tenduristiya xwe baldar be. Em jî di vê mijarê de tişta dikeve ser milê xwe dikin. Em ê heta dawî bi gelê xwe re bin.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din