Rojnameya El-Eyn: 2 balafirên cebilxaneyê yên dewleta Tirk gihaştin Lîbyayê

Dewleta Tirk hîna jî biryara Meclisa Ewlehiyê ya qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dike. Li gorî çavkaniyên leşkerî, dewleta Tirk 2 balafirên leşkerî yên tijî cebilxane şandin balafirgeha Meîtîqeyê.

Li gorî rojnameya El-Eyn, dewleta Tirk roja çarşemê 2 balafirên tijî cebilxane, şandin paytexta Lîbyayê Terablusê û li balafirgeha Meîtîqeyê hatin valakirin.

Rojnameyê da zanîn ku barê cebilxaneyê, di şevê de li gel tarîtiya ku di encama qutbûna kehrebeyê de li Terablusê, ber bi rojava ve hate veguhestin.

Hate zanîn ku ev cebilxane ji bo parastina baregeha Wetiye hatiye şandin, piştî ku artêşa Lîbyayê êrişî wê kir û pergalên parastinê yên asmanî yên baregehê rûxandin.

 


Mijarên Din